Serokê BDP’ya Çewlikê hat girtin

Serokê BDP’ya Çewlikê hat girtin

Serokê Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) ya Çewlikê Halis Yurtsever ku îro hatibû binçavkirin, di demjimêrên danê êvarê de hat girtin û şandin girtîgehê.

Di encama serdegirtinên malan ên li Çewlikê pêk hatin de, tevî Serokê BDP’ya Çewlikê Halis Yurtsever, 9 kes hatin binçavkirin. Piştî lêpirsîna li Emniyetê, veguhestin dadgehê bi hinceta “Li hemberî qanûna xwepêşandan û meşê rabûye” Yûrtsever û 2 kesên din hatin girtin. 6 kesên din jî serbest hatin berdan.