Dosyaya Serokê BDP’a navçeya Qereçobanê Mehmet Tîlkî li Dadgeha Bilind hate pesendkirin û şandin girtîgehê.
Serokê BDP’a Navçeya Qereçobanê Mehmet Tîlkî ji ber axaftinekî di sala 2008’an de di şahiyekê de kirî bi îdîaya ku “propaganda rêxistinê kiriye” 10 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate pesendkirin û Mehmet Tîlkî girtin. Tîlkiyê di serdegirtina malê de hate binçavkirin û biryara girtinê ya li dozgeriyê beramberî wî hate xwendin û piştre ew şandin girtîgehê.