Serokê BDP'ê Çewlikê Halîs Yurtsever ku di 4'ê Pûşperê de jî di nav de 9 kes binçakirin. Piştî 9 kes derxistin pêşberî dadgehê Halis Yurtsever jî di nav de 3 kes hatin berdan.
Serê sibeha 4’ê Pûşperê Yekîneyên Midûriyeta Polîsan bi ser gelek malên endam û rêveberên BDP'ê de girtibûn. Polîsan di serdegirtina malan de Serokê BDP'ê Halîs Yurtsever, rêveberên BDP'ê Okan Biçak û Savaş Şahin jî di nav de 9 kes binçavkiribûn û biribûn Midûriyeta Polîsan. Ji 9 kesan Serokê BDP'a Çewlîkê Halis Yurtsever, rêveberên BDP'ê Okan Biçak û Savaş Şahin bi îdîaya li dijî xala "2911" derketine hatibûn girtin. 3 kesên ku hatin girtin, li ser îtîrazê serbest hatin berdan.