Serokê BDP’a Bajarê Wanê Caniş îstîfa kir

Serokê BDP’a Bajarê Wanê Caniş îstîfa kir

Serokê BDP’a Bajarê Wanê Parêzer Cuneyt Canîş ji karê xwe îstîfa kir. Canîş diyarkir ku, ew dê navberekê bide siyasetê û karê xwe yê parêzeriyê bidomîne.

Cuneyt Canîş ku ev du sale Serokatiya BDP’a Bajarê Wanê dike ji karê xwe îstîfa kir. Canîş di derbarê îstîfayê de daxuyaniyek da û got; “ Min 2 meh bûn bi navenda giştî re hevdîtin pêk di anîn. Min jêre got, ez dê navberekê bidin siyasetê û pîşeyê xwe yê parêzeriyê bidomînin. Min îro îstîfa kir.”

Çav li rê ye ku BDP’ ji bo Serokatiya Bajarê Wanê dê ji bo demekê yekê bîne cihê Canîş. Pişt re wê di kongreya awarte de wê serokê bajar bê hilbijartin.