Serokatiya Herêmê: Pêşmerge neçûne Rojavayê Kurdistanê

Serokatiya Herêmê: Pêşmerge neçûne Rojavayê Kurdistanê

Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku nûçeyên dibêjin “hêzên pêşmerge derbasî nava xaka Rojavayê Kurdistanê bûne” ne rast in.

Di daxuyaniya di malpera fermî ya Serokayetiya Herêma Kurdistanê de hat weşandin de hat gotin; “Hejmarek malper û rojnameyan wiha belav kirine ku qaşo hêza Pêşmerge ji Herêmê çûne nava Kurdistana Suriyeyê. Em teqez dikin ku ev nûçe tu rastî û bingehekî xwe tune û ji rastiyê dûr e.”