Serok û şaredarên BDP’ya Wanê hatin binçavkirin

Serok û şaredarên BDP’ya Wanê hatin binçavkirin

Yekîneyên Midûriyeta Polîsan serê sibê li Wan û navçeyên wê bi ser gelek malên endam û rêveberên BDP'ê, Şaredar û encumenên şaredariyê de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de Serokê Rêxistina BDP'ê, Şaredarê Wanê Bekir Kaya, Şaredarê Elbak, Bêgirê, Qelqelî, Artemêt, Sixke jî di navde gelek kes binçavkirin. Serdegirtina mal û şaredariyê didome.

Yekîneyên Midûriyeta Polîsan serê sibê li navenda Wanê û navçeyên Wanê bi ser malên rêveberên BDP'ê, şaredarî û şaredaran de girt. Polîsan li Wan, Elbak, Bêgirê, Qelqelî, Artemêt, Sixke û Çardêranê bi ser malên rêveberên BDP'ê, şaredarî û malên endamên meclîsa şaredariyê û şaredaran de girt.

Di operasyona ku bi Fermana 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê pêk hat de polîsan bi ser malên rêveberên BDP'ê de girt û lêgerîna li malên BDP'îyan didome. Polîsan bi ser Konê Rêxistina BDP'ê ya Wanê û hemû yekîneyên Şaredariya Wanê de girt û lêgerîn pêk anî. Polîsan bi ser mala Şadarê Wanê Bekir Kaya de jî girt û piştî lêgerîna 3 saetan Şaredar Kaya binçavkirin. Di heman saetê de li Îzmîrê jî bi ser mala ku Hevserokê BDP'ê yê Berê û Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cuneyt Canîş lê ye de jî girtin. Rêveberê BDP'ê yê Wanê Halîs Çakir jî di serdegirtina malê de hate binçavkirin. Kaya, di Twitterê de diyar kir ku li mala wi lêgerîn tê kirin û peyam şand.

ŞAREDAR Û SEROKÊN BDP'Ê YÊN NAVÇEYAN HATIN BINÇAVKIRIN

Polîsan bi ser malên şaredar û Serokên BDP'ê yên navçeyên Bêgirî, Qelqelî, Artemêt, Elbak, Ebex û Bajaroka Sixkê de jî girtin. Di serdegirtina malan de polîsan Şaredarê Bêgirê Îzzet Çelîk û Serokê BDP'ê yê Bêgirê Mehmet Şirin Yildiz binçavkirin. Polîsan li Qelqeliyê jî bi ser şaredariyê de girtin û lêgerîn pêk anîn. Polîsan li Dîlokê bi ser mala ku Şaredarê Qelqeliyê Murat Durmaz lê dima de girtin û li wir binçavkirin. Polîsan li navçeya Elbakê jî bi ser şaredarî û mala Şaredar Hecer Saruhan de girtin. Polisan piştî lêgerînê Şaredar Saruhan û Serokê BDP'ê yê berê û endamê KCD'ê Derviş Polat binçavkirin. Polîsan li navenda Wanê jî bi ser gelek malên din de girt û Şaredarê Elbakê yê berê Îhsan Guler ku ji aliyê wezîrê karê Hundur ve ji peyvirê hate girtin binçavkirin. Polîsan di serdegirtina malan de Şaredarê Artemêtê Abdulkerim Sayan, Şaredara Sixkê Nezahat Ergüneş Şaredarê Serokê BDP'a Qelqeliyê Metin Adugit binçavkirin. Hate zanin ku lêgerîn didome û der barê dosyayê de biryara veşartî hatiye girtin.

Piştî operasyonê Hevseroka KCD'ê û parlementera Wanê Aysel Tugluk û gelek kesên din çûn ber mala Şaredarê Wanê Bekîr Kaya.