Serhildanên 6-7-8’ê Cotmehê - Cemîl Bayik
Serhildanên 6-7-8’ê Cotmehê girîngtirîn çalakiyên siyasî û şoreşger ên di dîroka Kurdistanê ne. Nîşaneya asta bilindbûna hestên Kurdan ên neteweya demokratîk in
Serhildanên 6-7-8’ê Cotmehê girîngtirîn çalakiyên siyasî û şoreşger ên di dîroka Kurdistanê ne. Nîşaneya asta bilindbûna hestên Kurdan ên neteweya demokratîk in
Serhildanên 6-7-8’ê Cotmehê girîngtirîn çalakiyên siyasî û şoreşger ên di dîroka Kurdistanê ne. Nîşaneya asta bilindbûna hestên Kurdan ên neteweya demokratîk in. Rojên 6-7-8’ê Cotmeh a 2014’an mîna serhildanên din ên di dîroka Kurdistanê de, rojên ku gelê Kurd bi nirxên nû xwe ji nû ve avakirin û bihêz kirin, in. Der barê serhildanên 6-7-8’ê Cotmehê de gelek tişt tên nivîsandin û gotin. Bi taybetî hikûmeta AKP’ê û hin derdor ketin nava hewldanan de da ku van serhildanan berevajî nîşan bidin. Ya rast AKP û hin derdor ji bo helwesta xwe ya bêyom û kirêt a li dij gelê Kurd ê li dij DAIŞ‘ê têdikoşe, veşêrin, serhildanên 6-7-8’ê Cotmehê reş bikin, her rê û rêbaz bikar anîn.
Serhildanên piştgiriya bi Kobanê re yên 6-7-8’ê Cotmehê di serî de Tayyip Erdogan, li dij polîtîkayên hikûmeta AKP’ê û hemû dijminên gelê Kurd, dijminên Şoreşa Rojava bi pêş ket. DAIŞ’ê bi teşwîq û desteka dewleta Tirk êrîşî Kobanê kir, gundên wê dagir kirin, bajar dorpêç kirin û gelê Kobanê bi tevkujiyê re rû bi rû hişt. Di rewşeke wisa de mîna ku desteka Tayyip Erdogan dida DAIŞ‘ê ne bes bû mîna ku mizgîniyekê bide got, ‘Kobanê ha ket, ha dikeve’. Ev gotinên Erdogan mîna xencerekê kete mejiyê Kurdan. Kurdên ku di mijara Kobanê de gelekî hestiyar bûn, her kêlî Kobanê dişopandin, li benda agahî û nûçeyên baş bûn, gotinên Tayyip Erdogan ên mîna ‘Kobanê ha ket ha dikeve” Kurd matmayî hiştin; bû sedema ku hêrseke mezin xwe bide der û biteqe.
Gelê Kurd û dostên xwe yên ku dizanîbû ketina Kobanê, wê rê li ber tevkujiyeke mezin veke, rabûn ser piyan û destekeke mezin dan Berxwedana Kobanê. Di rojên 6-7-8’ê Cotmehê de serhildana mezin a pêk hat, hêz û moraleke mezin da Berxwedana Kobanê; di serketina Berxwedana Kobanê de roleke girîng leyist. Serhildanên 6-7-8’ê Cotmehê ne tenê li Kurdistanê, di serî de li Tirkiyeyê, hiştin li hemû cihanê destek a ji bo Kobanê zêde bibe. Gelê Tirkiyeyê, hêzên sosyalîst, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û Elewiyan destekeke girîng û nirxdar dane Berxwedana Kobanê. Gelek xortên şoreşger di serî de Kobanê berê xwe dane Rojavayê Kurdistanê tevlî berxwedanê bûn û şehîd ketin. Em van şoreşgerên şehîd ketin jî bi minet û rêzdarî bibîr tînin.
Serhildana 6-7-8’ê Cotmehê ne tenê hemû parçeyên Kurdistanê û Tirkiyeyê bandor kirin, gelên cîhanê jî xistin nava tevgerê. 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê mîna rojeke hevkarî û şoreşgera mezin a dîrokê di sedsala 21. de cihê xwe yê pîroz di rûpelan de girtin. Vê jî morelekî bêhempa da Berxwedana Kobanê.
Bi hesanî em dikarin bêjin; eger Berxwedana Kobanê bi ser ket, di vê de tevî rol û lehengiya berxwedêran a diyarker, ev serkeftin bi desteka ku gelên cîhanê, hêzên çep-sosyalîst û demokrasiyê dan hate bidestxistin. Piştî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê berxwedêran bi morelekî mezintir, têkoşiyan, şer kirin. Desteka enternasyonalîst a ji qada navneteweyî her roja çû zêdetir bûn. Vê desteka enternasyonal bi bandor li hêzên koalîsyona li dij DAIŞ’ê hatibû avakirin jî kir, van hêzan jî piştî vê yekê di têkoşîna li dij DAIŞ’ê de û êrîşên hawayî yên li Kobanê de bi rêkûpêktir tevgeriyan.
Gelên Tirkiyeyê, hêzên navneteweyî li dij êrîşên DAIŞ’ê Şoreşa Rojava û Berxwedana Kobanê destek kirin, dewleta Tirk ji serî ve dijminatiya Şoreşa Rojava kir, çeteyên faşîst ên mîna El Nûsra û DAIŞ destek kirin û berê wan dan Kurdan. Çalakiyên Kobanê yên 6-7-8’ê Cotmehê li dij vê polîtîkayê tên wateya hêrs û nerazîbûna mezin. Meşandina kampanyayê ya hikûmeta AKP’ê li dij serhildanên 6-7-8’ê Cotmehê ji ber mezinbûna vê hêrsê ye. Ji ber ku vê serhildana mezin polîtîkayên dewleta Tirk ên der barê Rojava de têk birin; xeyalên Tayyip Erdogan ên dîtina têkçûna Şoreşa Rojava bi avê de birin. Polîtîkaya Tirkiyeyê ya der barê Sûriyeyê de bi Berxwedana Kobanê têk çûn. Ji ber vê yekê jî timî serhildana 6-7-8’ê Cotmehê ya tê wateya desteka herî mezin ji bo berxwedanê bû, bi kampanyayan reş dike.
Li beranberî serhildanên 6-7-8’ê Cotmehê Tayyip Erdogan û hikûmeta matmayî man. Bi gotina ji rêzê yên ‘ba çandin, firtona çinîn’. Yekser çûn Îmraliyê, li ber HDP’ê geriyan, ji bo rawestandina van çalakiyan agahî şandin Qendîlê. Hêrsa gelê Kurd a li dij gotinên Tayyip Erdogan ên ‘Kobanê ha ket ha dikeve’ kabokên Tayyip Erdogan û AKP’ê lerizin. Her wiha ji HDP’iyan re gotin, “eger ev çalakî bi dawî bibin, em ê di mijara Kurd e gavên girîng biavêjin.” Efkan Ala ji bo dawî li van çalakiyan were anîn li ber HDP’ê geriya. Çûn Îmraliyê, ji bo çalakiyan rawestîne tîka ji Rêber Apo kirin. Di encama van hewladanan de Rêber Apo peyamek weşand; ji Tevgera Azadiya Kurd re agahî şand, bi vî rengî serhildanên 6-7-8’ê Cotmehê yên piştgiriya Berxwedana Kobanê rawestiyan. Eger ne wisa ba gelê Kurd wê ji bo hilgirtina tola bi dehan ciwanên Kurd ên hatin qetilkirin, serhildan mezin bikira û desthilatdariya AKP’ê bi erdê re bikira yek.
Di dema van serhildanan de polîs, leşker û çeteyên faşîst ên dewleta Tirk xistin tevgerê û bi dehan ciwan û welatparêzên Kurd qetil kirin. Ji van kuştin û tevkujiyan hikûmeta AKP’ê berpirsiyar e; lê belê ji bo ser sûcê xwe binixumîne, mîna yên hemû sucdar hem mafdar, yekser HDP û Tevgera Azadiya Kurd gunehkar kirin. Li dewsa ku hesabê qetilkirina ji 40 zêdetir mirovê Kurd bide, HDP û gelê Kurd tawanbar kir. Der barê qetilkirina ji 40 zêdetir mirovên Kurd bê deng û bê helwest ma, lê belê 4 kesên nêzî Huda-Par û kes nizane ji aliyê kê ve hatin kuştin, tim di rojevê de hate hiştin. Di ser van mirinan re xwestin bi dehan cinayetên pêkhatî veşêrîn, û ji rojevê derxin. Di dema hikûmeta AKP’ê de hesabê bi sedan qetilkirinên ji aliyê leşker û polîsan ve nehate dayin. Her wiha hesabê kesên di serhildanên 6-7-8’ê Cotmehê de hatin qetilkirin jî nehate dayîn. Lê belê an dereng an zû wê hesabê van tevkujiyan ji hikûmeta AKP’ê were pirsîn. Rojên hesabpirsînê nêz in.
Serhildanên 6-7-8’ê Cotmehê di dîroka Kurdistanê de bi tîpên zêrîn wê werin nivîsandin. Eger di roja me de gelê Kurd gihiştibe asteke ku pêşketinên siyasî li Rojhilata Navîn bandor bike divê were zanîn ku bandora bûyerên 6-7-8’ê Cotmehê gelekî mezin e.
Hemû mirovên me yên di vê serhildana mezin de şehîd ketin em bi minet û rêzdarî bibîr tînin. Berxwedana wan wê bi Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk were tacîdar kirin.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA, AZADIYA WELAT