Serhildana girtiyên jin ên siyasî ku di Girtîgeha Êlihê ya Tîpa M'yê de tê girtin ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mudaxaleyên polîsan a li Amedê derxistibûn, bi dawî bû.
Girtiyên jin ên siyasî yên li Girtîgeha Êlihê ya Tîpa M'yê de tên girtin ji bo şermezarkirina tecrîta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku nêzî salekî ye tê meşandin û ji bo şermezarkirina mudaxaleya polîsan a li Amedê li koxuşên ku diman şewat derxistin. 30 girtiyên jin nivînên ku kom kiribûn derxistibûn hewşa koxuşê û agir bi nivînan dabûn. Şewat ji aliyê agirkujan ve hate temirandin.
Hate zanîn ku di encama şewatê de kesekî birîndar nebûye û girtiyên jin xwestine bi Waliyê Êlihê hevdîtin pêk bînin. Li ser vê yekê Waliyê Êlihê Ahmet Tûrhan û Dozgerê Komarê ya Êlihê hatin girtîgehê. Di dema walî û dozger dikeve girtîgehê xizmên girtiyan ên ku li ber deriyê girtîgehê kom bibûn, bi yek dengî dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kirin. Di nava çend deqîqeyan de bi sedan malbatên girtiyan li ber deriyê girtîgehê de kom bûn. Hin xizmên girtiyan ji ber bûyeran ji ser hişên xwe çûn. Welatiyan bê navber dirûşmeyên "Girtiyên zindanan rumeta me ne", "Bijî Serok Apo" û "Ji girtiyan re hezar silav" berz kirin. Endamê MP'ê ya BDP'ê Osman Ergîn, Cîgira Serokê BDP'ê ya Êlihê Ayşe Agilgat, Cîgirê Şaredarê Êlihê Serhat Temel, serokên ÎHD'ê yên Êlih û Amedê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî hatin ber girtîgehê.
Ji ber hejmara kesên li ber deriyê girtîgehê zêde bû wesayîtên zirxî yên polîsan, TOMA, akrep û gelek polîsên hêzên polayî û sivîl sewqî ber girtîgehê hate kirin. Rêvebirên ÎHD, MAZLUMDER û Alîkarê Serokê Baroya Êlihê Prz. Ekrem Taşkin xwestin bi girtiyan hevdîtin pêk bînin, lê rêvebiriya girtîgehê tenê destûr ji bo Taşkin da. Taşkin piştî hevdîtinê diyar kir ku li girtîgehê tedbîra şewatê hatiye girtin û girtî dixwazin bi Waliyê Êlihê hevdîtin pêk bînin. Taşkin her wiha bilêv kir ku tu mudaxaleya fizîkî li girtiyan nehatiye kirin û pozê kesekî jî xwîn nebûye û wiha got: "Nivînên ku li hewşa koxuşa dimînin kom kiribûn şewitandine. Piştî bi Waliyê Êlihê hevdîtin pêk anîne gengeşî bi dawî bûye."
Endamê MP'ê ya BDP'ê Osman Ergîn jî li ber girtîgehê de axivî û diyar kir ku girtiyan li hemberî şîdeta polîsan a li Amedê çalakiyek wiha pêk anîne û wiha axivî: " Di hin girtîgehan de ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Birêz Ocalan nêzî salekî ye ttê meşandin û ji bo balbikişînin ser pirsgirêka herî bingehîn ya Tirkiyeyê girtiyan wekî ku em hîs dikin bi awayekî hemwextî hin çalakî li dar dixin. Yek ji wan jî Girtîgeha Êlihê ye."
GIRTÎ DAXWAZÊN XWE RAGIHANDIN WALIYÊ ÊLIHÊ
Cîgirê Şaredarê Êlihê Serhat Temel bi Waliyê Êlihê hevdîtin pêk anî û diyar kir ku girtiyan daxwazên xwe yên wekî bila hukumeta AKP'ê dev ji polîtîkayên xwe berde û hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan a parêzeran were pêkanîn, ragihandine walî. Dema Temel diaxivî carekî din ji girtîgehê duxan bilind bûn. Li ser mudaxaleya agirkujan şewat di demekî kin de hate temirandin. Li ser vê yekê xizmên girtiyan carekî din bertekên xwe bi dirûşmeyan anîn ziman. Piştî ku serhildana girtîgehê bi dawî bû xizmên girtiyan û welatî hêdî hêdî ji ber girtîgehê veqetiyan.
Li Girtîgeha Êlihê duh girtiyekî bi navê Bîlal Dogan bi boneya salvegera "14'ê Tîrmehê Berxwedana Zîndana Amedê" bedena xwe dabû ber agir.