Nivîskarê Komara bê Koçgirî (Koçgirîsiz Cumhuriyet) Kadîm Laçîn diyar kir ku gelê Kurd 200 sal in ji bo wergirtina mafên xwe yên demokratîk ên neteweyî bedelan didin, lîstokên duh li hemberî Kurdan hebûn, îro jî hene û got; “Ev serhildana dawî ya Kurdan dê bi çareseriyê bi dawî bibe.”
Yek ji serhildanên Kurdan ên li Bakûrê Kurdistanê Serhildana Koçgiriyê ye. Serhildana Koçgirî di 6’ê adara 1921’ê de dest pê kir û di 15’ê pûşpera 1921’ê de hat çewisandin. Serhildana Koçgirî di dîroka Komara Tirk de weke yekemîn serhildana Kurdan a li hemberî desthilatiya Komara Tirk tê zanîn. Ji ber ku Mustafa Kemal berê “şerê rizgariyê” soza xweseriyê dabû Kurdan, lê vê sozê pêk neanîn, ev serhildan pêk hat.
Nivîskarê pirtûka bi navê “Komara Bê Koçgirî” Kadîm Laçîn bersiv da pirsên nûçegihana ANF’ê Zeynep Kûray a di Girtîgeha Bakirkoyê de tê ragirtin.
Nivîskar Laçîn wiha behsa destpêkirina serhildana Koçgiriyê dike; “Serhildana Koçgiriyê ji bo Kurdan ne serhildana destpêkê û ne jî ya dawî bû. Li hemberî Komara bê Kurd rabû. Piştî hilweşîn û parçebûna Osmaniya 600 salî, 24 dewletên nû hatin avakirin. Kurdan xwestin bibin dewleta 25’emîn. Lê hêza wan têrê nekir, bê hêz hatin hiştin. gelê Kurd 200 sal in ji bo wergirtina mafên xwe yên demokratîk ên neteweyî bedelan didin.” Laçîn diyar kir ku lîstokên duh li hemberî Kurdan hebûn, îro jî hene û got; “Ev serhildana dawî ya Kurdan dê bi çareseriyê bi dawî bibe.”
Laçîn serhildana Koçgirî û serhildana îro ya Kurdan wiha dişibîne hev; “Yên k udi wan deman de li çiyayên Dêrsimê serê rêberê Serhildana Koçgiriyê Elîşêr dixwestin, îro jî “serê” li girava Îmraliyê dixwazin. Di wê demê de kirîvê rêberê Kurdan ê herî nêzîk bi awayek qeleşî xiyanet lê dike, îro jî xiyanetên cûda xwedî potansiyelan in. Weke di van demên dawiyê de hin gotûbêj têne kirin. Gotûbêjên Bûrkay, Şivan, Metînre, Kizilkaya an jî Mîroglû.” Laçîn diyar dike ku heta niha gorrên Elîşêr, Zerîfe û ne jî ya Seyîd Riza kesek nizane li kû ye û dibêje; “Îro gorrên bi hezaran ciwanên Kurd ên ku têne qetilkirin nayên zanîn.”
ÎNKARA KURDAN ÇAWA DEST PÊ KIR?
Laçîn wiha bersiv dide pirsa der barê înkara li ser Kurdan de ; “10’ê sibata 1922, li Enqereyê, di meclîsê de bi awayeke veşarî pêşnûmeya Xweseriya ji bo Kurdan tê gotûbêjkirin. Mustafa Kemal vê pêşnûmeyê ji Îngilîz û Amerîkayiyan re jî radigihîne. Heta Peymana Lozanê, sînorê Mîsakî Millî tê kişandin û di 29’ê cotmeha 1923’yê de Komara Tirkiyeyê tê îlankirin. Dibêjin komara nû ya Tirkan û Kurdan e. Diyap axayê mebûsê Dêrsimê û Îsmet Înonu diçin Lozanê. Emperyalîstên rojavayî êdî bi temamî ji wana bawer dikin û rayeyê didin. Di sala 1924’ê de jî Makeqanûna nû tê amadekirin. Di vê makeqanûnê de jî qet behsa Kurdan nayê kirin.”
CEMIYETA TEALÎ YA KURDAN
Laçîn wiha didomîne; “Piştî belavkirina Cemiyetê, êdî Kurd berê xwe didin avakirina Kurdistanekê. Ji bo vê yekê jî dest bi xebatên dîplomatîk kirin. Bi xebatên xwe yên dîplomatîk avakirina Kurdistanê ferz dikirin. Gel xwe li ber nedigirt. Gel bê rêxistin bû. Nûrî Dêrsimî weke memûrekê tê Koçgiriyê û li wir Elîşêr, Heyder Beg û Elîşan Beg ên ku dixwestin Kurdistanekê ava bikin nas dike. Piştre jî li vir Komîteya Koçgiriyê ava dikin. Dê gel amade bikiribana, rêxistinê xurt bikiriba û propagandaya Kurdistanê bikiribana. Evane jî hatin kirin. Dê Cemiyetê ji bo piştgiriya navneteweyî ya ji bo Kurdistanê hewl bidaya. Belavok û daxuyaniyên Cemiyetê hatin çapkirin û li gel hatin belavkirin. Piştre jî Cemiyet li Dêrsimê, Colemêrg û Amedê dest bi pêkanîna van biryaran dike.
SERHILDANA KOÇGIRÎ ÇIMA BI SER NEKET?
Serhildan zû dest pê kir û dîsa jî dezavantaja zivistanê ji bo gelê herêmê hebû. Ji ber şert û mercên zivistana dijwar, xwarin û xûrek tune bû, ji bo heywanan jî ka û giya tune bû. Mirov dikare yek ji sedemên kêmasiya serhildanê wiha bibêje; Di destpêka sedemên binketina serhildanê de xiyaneta naxweyî heye, li gorî soza ji Kurdên Dêrsimê girtibûn, zû alîkarî wernegirtin, bêdengiya bajarên din ên Kurdan, Kêmasiya veguhestin û rêveberinê ya Cemiyeta Tealî ya Kurdan a li Stenbolê, li hevnekirina Koçgirî û feodalîzma eşîretên Kurdan, lewaziya kadroyên pêşeng. Hewldanên komkujiyê yên artêşa Tirk a bi pêşengiya Topal Osman.
Têbinî: Nûçegihana ANF’ê Zeynep Kûray, di meha berfanbara 2011 de tevî bi dehan rojnamevanên Kurd di encama operasyonên di bin navê ‘KCK’ê de hate giritn û heta niha di Girtîgeha Tîpa L a Bakirkoyê ya Stenbolê de tê ragirtin.