Hunermendê Serhedo ku îro li balefirgeha Êlihê hat binavçkirin, piştî îfadeya wî li dozgeriyê hat girtin, serbest hat berdan.
Hunermendê Kurd Serhedo ji bo şeva piştgiriyê ya bi Rêxistina BDP’ê ya Êlihê re, li Êlihê konserek da. piştî konserê lêpirsîn der barê wî de hat destpêkirin. Dema îro Serhedo dixwest ji bo konserekê biçe Antalyayê, li balefirgeha Êlihê hat binçavkirin. Piştî îfadeya wî li Dozgeriya Komara ya Êlihê hat girtin, serbest hat berdan.