Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Serhed ji bo Rojava li qadan e

Li Serhedê bi wesîleya “1’ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re ya Cîhanê” gelek çalakiyên girseyî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de bê navber dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin.

Li navenda Wanê li ber Wan Mall AVM’ê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Yek e yek e yek e, Kurd yek e” hatin berzkirin.

Hevserokê Bajêr ê DBP’ê Cemîl Demîr nerazîbûn nîşanî êrîşan da.

Li hemû navçeyên Wanê êrîş hatin protestokirin.

MÛŞ

Li Mûşê li ber avahiya DEM Partiyê daxuyanî hate dayîn. Hevserokê navçeyê yê DEM Partiyê Faîk Yasungur axivî û bal kişand ser Modernîteya Demokratîk a ji aliyê Rêber Apo ve hatî avakirin.

Parlamentera Mûşê ya DEM Partiyê Sumeyye Boz jî got, “Rojava bi tenê nîne.”

ERZIROM

Li Erziromê jî meş hate kirin û daxuyanî hate dayîn. Di meşê de wiha hate gotin, “Meşaleya azadiyê ya li Rojava bi stratejiya ‘Rêya Sêyem’ a Rêber Abdullah Ocalan re bûye yek.”

BEDLÎS/TETWAN

 Li navçeya Tetwan a Bedlîsê gel li ber avahiya DEM Partiyê hate ba hev û heya Parka Fîlîstîn meşiya.

Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku divê Rojava were parastin û got, ev yek biryardariya ji bo avakirina siberoja aştî û demokrasiyê ye.

COLEMÊRG/GEVER/ŞEMZÎNAN

Li Colemêrg û navçeyên wê Gever û Şemzînanê jî ji bo silavkirina 1’ê Sibatê çalakî hatin kirin. Di çalakiyan de peyama “Rojava wijdan e, berxwedan e, nayê teslîmgirtin” derket pêş.

AGIRÎ

Li navçeya Bazîd a Agiriyê jî meş hate kirin û daxuyanî hate dayîn. Çalakî li Cadeya Mem û Zîn hate kirin. Di çalakiyê de pankarta “Rojava xeta me ya sor e” hate vekirin. Di tevahiya meşê de dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” hate berzkirin.