Endamê Komîteya Baweriya a KCK’ê Serhat Amanos, êrîşa li hemberî Elewiyên bajaroka Surgun a Doganşehîra Meletiyê şermezar kir û diyar kir ku ev êrîş di encama polîtîkaya dewletê de pêk hatiye. Serhat da zanîn ku hikûmeta AKP’ê polîtîkayên xwe li gorî esas Îslama Sunnî pêk tîne û got ku civaka elewiyan her tim tên rencîdekirin.
Amanos êrîşa li dijî Elewiyên Surgu ya Doganşehîra Meletiyê şermezar kir. Amanos destnîşan kir ku êriş di meha Remezanê de pêk hatiye û got ew ji ber vê rewşê gelek xemgînin û wiha got: “Baweriyên cuda yên civakê ligorî ahlaqê didê rêzî nîşanê hev bidin. Hinek nirxên giştî yên civakê hene. Ahlaqê civakê heye. Her mirov pêwistiyên baweriya xwe tîne cih. Li Tirkiyeyê, Kurdistanê di civaka ku pirbawerî de îbadet tê kirin û her bawerî li hemberî hev bi rêzin. Ev jî ahlaqê civakê ye. di meha Remezanê de dema welatiyên me yên Sunnî rojiyê digirin, gelê me yê Elewî, Êzîdî, Xiristiyan jî rêzî nîşanê wan dide. Dîsa bi heman awayî gelê me yê Sunnî jî toleransê nîşan dide. Ev ji xwe wisa pêk tê. Di vê mijarê de divê zor û zext tunebe. Ji xwe dema zor hebe, ev derdikeve derveyê bûyera baweriyê. Di tu baweriyê de di warê ji bo xwe rêz nîşandanê de zordarî tune. Hewcedariya wan jî bi vê tune.”
Serhat Amanos balkişand ser êrîşa Doganşehîrê û got ev di encama polîtîkaya dewletê de pêk hatiye û wiha got: “Civaka elewiyan her tim tê rencîdirin. Bi taybetî hikûmeta AKP’ê dixwaze hebûna xwe li ser avabûnek Sunnî ava bike. AKP xesasiyetên mijara baweriya civakê bikartîne.”
Amanos wiha pê de çû: “Polîtîkayên Rojhilatanavîn ya hikûmeta AKP’ê di asta Sunnîbûnê de pêk tê. Dewletên wekî Suudî Erebîstan û Qatar li dijî baweriyen şîî yên din helwesta polîtîk nîşan dide. Li dij yahudiyan a Hikûmeta AKP’ê jî heman encamê dide. Bi polîtîkayên populîst yên kurt jibo ku li dora tabanekî bicivin din ava civakê de tovê nîfakê diçîne. Li Tirkiyaya ku xwedî mozaîka baweriyeke berfirehe, hewl tê dayîn ku neyartî û li dij hevbûn bê afirandin. Di paşerojê de mînakên wê hene. Komkujiya Mereş û Sêwasê heye. Zextên li ser Yahudiyan jî hene. Ev ruhê civakê xera dikin. Ev polîtîkayên dewletê ne. Em bang li gelê xweyê musliman sunnîdikin. Bila neyên lîstikên dewletê. Bila bi zorê ji kesî rêzdariyê nexwazin. Ji xwe civak bi rêzê nîşan dide. Hinek bûyerên munferîk dikin hincet û civaka me tînin hemberî hev. Divê destûr ji bo vê neyê dayîn.
Amanos di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Li Doganşehîrê roja duyemîn bûyer bi awayekî rêxistinkirî Pêk hatin. Tehdîdên wekî em dê vir bikin Madimak kirin. Ev di encama rêxistibûnekê de pêk hatiye. Ev bûyerên wisa bi taybteî li cihên ku bawerî û çandên cuda dijîn dertên holê. Sêwas, Mereş û Meletî mînakin. Dîsa li cihên ku komên kurd û tirk hene jî derbasdarin. Ev bi taybetî tên hilbijartin. Ev neyartî sedema hebûna dewletêye. Dema ev ji holê rabin hikûmet jî nekarin hebûna xwe bidomînin. ji ber vê jî divê gelê me bi hestiyar tevbigere. Divê van provaksyonan bizanibin.”
Amanos balkişand ser cemxane ku Dadgeha Bilind wekî îbadestxaneyê qebûl nekir û wiha got: “Dewlet nekare biryara cihekî ku dibe îbadetxane an na, bide. Tiştekî wisa pir sosrete. Baweriya elewiyan bi sedsalanin li ser van axan heye. Bi mîlyonan însan îbadeta xwe bi vî awayî dikin. Lê ji dema Osmanihiyan de baweriya Elewiyan wekî baweriyekê nayê dîtin. Her tim cuda hatine dîtin û tên marjînalkirin. Li ser vê divê dewlet xwe bi rêxistin bike. Ev helwesta dawî jî berdewamiya polîtîkaya wane.
Amanos di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dewlet li kevneşopiya Sunnî runiştiye. Ji bilî wê baweriyê qebûl nake. Her çiqs bêjin em laîkin, em li hemberî hemû baweriyan eynîne jî ev ne wisaye. Ev li dijî standartên hiqûqa navnetewî ye. îbadet mafê esas yê mirovahiyê ye. rayeya saziyan tuen ku îbadetê diyar bike. Peywira dewletê eve ku divê ji bo mirovan derfetên jiyana azad biafirînin. Ji bilî vê mîsyonekê ava bike ev şaşe. Behsa berlêvekirinên Romen, Elewî û Kurdan kirin. Lê balkêşe ku pirsgirêka herî girîng ya cemxaneyê qebûl nekirin. Gelo li gorî wan berlêvekirin çi ye? serokê meclisê dibêje çi hewce dike cemxane bê vekirin. Bila werin di mizgeftê de îbadeta xwe bikin. Ev şaşe. Divê ev bê çareser kirin. Em ji bo vê ji bo piştevaniya civaka elewî banga têkoşînê dikin.”