Serokê Serfermandariya Giştî yê Artêşa Tirk Necdet Ozer hat herêmê. Li deverên ku Ozel dê lê bigere tedbîrên berfireh yên awarte hatin girtin.
Serokê Serfermandariya Giştî yê Artêşa Tirk Necdet Ozer hat Bêdlisê. Ozer li vê derê piştî ku walîtî û yekîneyên leşkerî ziyaret kirin derbasî Mûşê bû. Di dema serdana Ozer de tedbîrên awarte hatin girtin. Di destpêka ziyaretê de helîkopter jî li esîmanên bajêr firiya. Li hemû kolan û cadeyên bajêr wesayîtên TOMA hatin bicihkirin.