'Şerê mil bi mil ê bi birayên xwe re, min xurtir dike'
Ji Kurdên Minbicê birayên Ebû Mehmûd ên di operasyona rizgarkirina Minbicê de cih digirin got, ew mil bi mil têdikoşin û her roj bêhtir nêzî bajarê xwe yê ji neçarî terikandine, dibin.
Ji Kurdên Minbicê birayên Ebû Mehmûd ên di operasyona rizgarkirina Minbicê de cih digirin got, ew mil bi mil têdikoşin û her roj bêhtir nêzî bajarê xwe yê ji neçarî terikandine, dibin.
Dirgam Ehmed Ebû Mehmûd ê 35 salî ji Minbicê ye. Dema çeteyên DAIŞ'ê bajarê wan dagir kir, neçar ma cih û warên xwe biterikîne. Dirgam Ehmed ewilî tevlî nava Artêşa Sûriyeya Azad bû, piştre koçî Kobanê kir. Dirgam Ehmed li vê derê tevî çar bira, du birazê û du pismamên xwe cihê xwe di nava rêxistinbûyîna Siwar Minbic de girt. Ehmed dibêje, "Ji ber ku ez bi birayên xwe re li heman çeperê mil bi mil şer dikim, gelekî kêfxweş im."
Dirgam Ehmed da xuyakirin, ku bi operasyona di 1'ê Hezîranê de hat destpêkirin re ew dixwazin çeteyên DAIŞ'ê ji kokê ve ji vê xakê rakin û got, "Sedema herî girîng a destpêkirina vê pêngavê jî, banga gelê Minbicê bû. Gelê Kurd, Ereb û gelên din ên li Minbicê, ji bo rizgariya ji zilma DAIŞ'ê bang li me kirin."
Ji birayên Ebû Mehmûd Mazlûm Ehmed ê 30 salî jî hestên xwe bi vî rengî tîne ser ziman: "Eger DAIŞ'ê zerar dabe gelên li ser vê xakê dijîn, weke malbatê zerar li me jî kir. Tiştekî hêsan nîne, ku mirov xaka lê ji dayik bûne û lê mezin bûne, biterikînin. Min nexwest li hemberî çeteyan bêdeng bimînim. Ji ber ku çeteyan li ser vê xakê gelekî bi gel û malbata me dane kişandin, heta rakirina koka wan bi biryar im şer bikim. Ji ber ku bi birayên xwe û xizmên xwe ve di nava vî şerî de cih digirim, gelekî kêfxweş û serbilind im."
Ji birayên Ebû Mehmûd Mazlûm, bi taybetî bal kişandin ser ewlekariya can û malê sivîlan û destnîşan kir, ji bo zerar li sivîlan nebe, carna hemû şervan jiyana xwe dixin nava xeteriyê. Mazlûm got, "Li vê qada şer, sivîl jî hene. Ji bo ew zerarê nebînin, em gelekî bi hesas tevdigerin. Gundên ku em ji çeteyan paqij dikin, radestî xwediyê wan dikin. Can û malê gel ewle ne. Gundiyên bi vê dihesin, ji me natirsin. Dema ev operasyona hat destpêkirin, gotin û biryara herî girîng a ji hemû fermandar û şervanan re hat gotin ew bû, ku divê gelê sivîl zerarê nebîne. Ji ber vê yekê, mirovên bi roj ji nava lepên DAIŞ'ê rizgar dibin û tên xwe li me digirin, ji bo demekê li herêmên ewle tên bicihkirin. Mirovên ku nikarin xwe rizgar bikin jî, ku çete wan ji xwe re weke mertal bi kar tînin, bi şev di operasyonên bi rîsk de tên rizgarkirin."
Birayên Ebû Mehmûd di dawiya axaftina xwe de bangek hevpar kirin û gotin, "Pêwîste gelên li vê xakê dijîn, hîn bêhtir bi şervanên azadiyê bawer bin û tirsa çeteyên DAIŞ'ê ji ser xwe bavêjin. Dawî li DAIŞ'ê tê, tirsa ji wan qediya. Lewma bila hîn bi wêrekî tevbigerin. Em bang li her kesên dikarin rahêjin çekê dikin, ku li dijî hovîtiya DAIŞ'ê şer bikin."