Derheqê Sercerdevan û Keyayê bajaroka Mezra ya navçeya Elkê ya Şirnexê Mehmet Nesîm Tîmur bi îdîaya 10 hezar TL’yê cerdevanan destser kir, lêpirsîn hate vekirin.
Derheqê Birayê Şaredarê bajaroka Mezrayê yê AKP'î Husnu Tîmur, Sercerdevan û Keyayê bajaroka Mezra ya navçeya Elkê ya Şirnexê Mehmet Nesîm Tîmur, bi îdîaya 10 hezar TL. pereyê cerdevanên din destser kir lêpirsîn hate vekirin. Cerdevanên mehaneyên xwe negirtin serî li Fermandariya Cendirmeyan ya Navçeyê dan û derheqê Tîmur de gilî kirin. Li ser vê yekê Fermandariya Cendirmeyan ya Navçeyê derheqê Tîmur serî li Dozgeriya Komarê ya Elkê da û derbarê Tîmûr de gilî kir.