Serboriya biratiyê ya ber bi hevrêtiyê
Mirovahiyê govanî li hezaran çîrokên gerîlayan kir. Her yekê ji van ji hev watedartir a lehengî û berxwedanê destnîşan dikirin.
Mirovahiyê govanî li hezaran çîrokên gerîlayan kir. Her yekê ji van ji hev watedartir a lehengî û berxwedanê destnîşan dikirin.
Lê hinan ji wan şopên beloq li pey xwe dihiştin. Şertên jiyanê, zext dibe ku mirov ber bi têkoşînên cihê ve dehf dabin. Lê encamên ku derketine holê piranî xwedî wî wesfî ne ku dikarin dersa mirovahiyê bidin. Ew jî du bira bûn ku tevlî nav têkoşîna azadiyê bûbûn. Çekdar Halo (Ramed Zûdî) sala 1990’î û Sîpan Xerîb (Suleyman Zûdî) jî 1987’an li Serdeştê ji diya xwe bûbûn. Operasyonên dewleta Îranê ya sala 2011’an a bi ser qadên gerîla û gelê Kurd de, du bira anîn ser rêya têkoşînê.
BI HEV RE BAŞ BÛN
Li heman malê mezin bûn, ji heman kuçeyan derbas bûn û li heman dibistanê xwendin. Niha jî bûne gerîlayên heman têkoşînê. Li nav gerîla, li hemû qadan bi hev re bûn. Girêdayîbûna wan a têkoşînê, berxwedanê û dozê bû. Dizanîbûn heta ku gelê wan azad nebe ew jî azad nabin. Tenê bi vî awayî dikarîbûn tola wan mirovan hilînin ku li ber çavê wan hatibûn êşkencekirin, kuştin, darvekirin û tenê wiha dikarîbûn bibin xwedî jiyaneke watedar. Bi vê armancê 28’ê Adara 2011’an berê xwe dane çiyayên azadiyê. Wan deman Îranê êrîşên giran bi ser Qendîlê de anîbûn.
Piştî ku perwerde dîtin du bira diçine du girên Qendîlê. Piştî demekê girek ji van ji hêla leşkerên Îranê ve tê dorpêçkirin. Yek ji van birayan birîndar dibe. Ê din jî dema ku vê dibihîse diçe girê dî. Li wir bi hev re şer dikin. Di vê navê de êdî her du jî birîndar bûbûn.
Xwîna wan tevlî hev dibe. Herdu jî ji bo ku tedawiya wan were kirin wan dişînin nexweşxaneyê. Lê dema ku tedawiya wan dom dikir, guh nadin doktoran, ji nexweşxaneyê direvin û dîsa diçine nav qada şer.
‘DEV JI HEV BERNEDIDAN’
Hevrêyên wan ên ku ew nas dikirin, têkoşîna wan dîtibûn, her çendî bi wan zor were ku berxwedana wan bi çend hevokan bibêjîn jî, vegotinê qebûl dikin.
Gerîla Sorxwîn ku bi du birayan re li Qendîlê di nav şer de mabû, dema ku berxwedana hevrêyên xwe dibêje, ji hêlekê ve hestiyar dibe dema wan rojan bi bîr tîne:
‘’Wan deman Îranê êrîşên giran bi ser me de dianîn. Dixwest girê Ş. Cesûr û çend girên din bistîne û têkeve Qendîlê. Wê demê bi Tirkiyê re li hev kiribûn. Li dijî vê êrîşê hevalan berxwedaneke mezin nîşan didan. Wê demê me bihîstibû ku Ş.Çekdar û Ş. Sîpan hatibûn aliyên ku em lê ne. Piştî ku ji nav şervanên nû derketien, bi rikdarî xwestine werin giran. Heval jî neçar mane ku qebûl bikin. Hevalan nedixwestin ku ku herduyan jî bişînin heman deverê. Dixwestin ku tenê yekî ji wan bişînin eniyê û yekî jî li paş eniyê bihêlin. Lê du birayan dev ji hev bernedabûn û herdu jî hatibûn giran. Li du girên cihê şer dikirin. Li gel ku ne ji mêj ve hatibûn jî berxwedaneke mezin nîşan didan. Ez pir di bin bandora berxwedana wan de mam. Şervaniya wan ketiye ser zimanan.
TENÊ DAXWAZEKE WAN HEBÛ…
Seraqet ku du bira di eniya şer de bin, zor li hevrêyên wan dibe. Lê tekana daxwaza wan ew bû ku çi dibe bila bibe jî bi hev re bin û şer bikin. Piştî demekê wan dişînin qada Zagrosê û li vir jî rihekî xurt ê yekîtiyê nîşan didin. Şêwaza wan a jiyanê, helwesta wan di gerîlatiyê de, pergalbûn û disîplîna awn, girêdayîbûna wan a bi têkoşînê bandorê li gelek gerîlayan dike. Piştî ku demekê li vir dimînin dîsa diçine aliyê Rojhilat ê gerîla. Êdî têkoşîna xwe li Rojhilat bidomandana ku bi hev re lê ji dayik bûbûn û mezin bûbûn, zaroktiya xwe li wir derbas kiribûn û biryar dabûn kut evlî nav refên gerîla bibin. Em vê carê jî ji Zozan guhdarî dikin ku li qada Rojhilat ew naskiribûn û ji têkoşîna wan bibandor bûbû:
‘’Bi rastî jî pir zehmet e ku ew werin vegotin. Ruhekî wan ê cuda hebû. Ne pêkan e ku bandorê li mirov nekin. Tenê ne di şer de, di jiyanê de jî, di hevrêtiyê de jî jidil bûn. Me weke ku ew du kes bin li wan nedinerî. Yek kes bûn, ew çend bûbûn yek…Hevrêtiya wan bi giştî di nav gerîla de bandoreke mezin çêkiribû. Li dijî êrîşên Îranê yên bi ser gelê Kurd de pir hêrs bûbûn. Dixwestin di zûtirîn demê de tola hevrêyên xwe yên ku li wir şehîd bûbûn, hilînin. Her çendî me nedixwest ku em wan bişînin jî, ew çend bi ser me de dihatin, tiştekî din yê ku me bikira nedima. Jixwe piştî demekê, di heman şerî de bi hev re şehîd bûn.’’
Li gundê Qylsîwer a girêdayî Serdeştê, 22’yê Tebaxa 2013’an di şerekî dijî artêşa Îranê gerîlayên HRK’ê Ş. Sîpan û Ş.Çekdar jiyana xwe ji dest dabûn.
Diyar e ku ev der ew cih in ku hezkirin, hevrêtî û biratî lê digihijin hev. Hevrêtiya wan ku ji biratiyê û dostaniyê mezintir didîtin, hemû gerîla di nav xwe de vedihewandin nav xwe. Digihandin û dibûne çîrokeke ku wê qet neqede. Hevrêyên wan ên ku têkoşîna wan li milê xwe kirine, diyar dikin ku girêdayîbûna herî berz ev e.