Şêniyên Sûrê li malên xwe vedigerin

Li Sûrê, bi mezinbûna piştevaniya li dijî êrîşên hêzên dewleta Tirk re, malbatên neçar man koç bikin dest bi vegerê kirin.

Li navçeya Amed Sûrê, Maseya Krîzê ya ji bo tespîtkirina rûxandinên êrîş û dorpêçkirinên hêzên dewletê yên 83 roj e didomin, xebatên xwe didomîne. Di koordîneya Maseya Krîzê de komên ji 5 kesan pêk hatî, li taxên Îskenderpaşa, Abdaldede, Alîpaşa, Lalebey, Suleyman Nazîf, Ziya Gokalp, Camî Nebî, Camî Kebîr û Melîk Ahmetê di encama venêrîn û tespîta xesarê de gelek mal û kargeh ji nû ve hatin selihkirin. 

Maseya Krîzê ya ji aliyê Yekîtiya Şaredarên Herêmê(GABB), Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Sûrê ve hat avkirin, di baregeha xebatên ku 21 roj e didomin de, 403 mal û kargehên xesardîtî yên tespîtkirî, hatin selihkirin. 

Di xebatên tên meşandin de, tişta herî girîng di nva sar û sermayê de bicihanîna pêdiviyên cilûberg û zexîreyî yên welatiyan bû. Heta niha ji bo malbatên mexdûr hezar kolî zexîre, 825 betanî û 564 sînger hatin belavkirin. Li gel van alîkariyan li malbatan hezar sobe jî hatin belavkirin. Ji bo zarokan ên herî zêde ji dorpêçkirin û êrîşan tesîrgirtin jî hezar û 500 epik(mama) û potê zarokan hatin belavkirin. 

Piştî van alîkariyan, malên welatiyên ku xesar dîtibûn jî hatin selihkirin. Bi van xebatên ku bi ruhê seferberiyê tên meşandin, birînên niştecihan tên cebirandin. 

Di encama van xebatan de, malbatên ku ji aliyê hêzên dewletê ve bi zorê hatin koçkirin, vedigerin malên xwe. 

Li gor daneyên maseya Krîzê yên ji bo malbatên ji neçarî malên xwe terikandine; ji taxên Sûrê yên qedexekirî 2 hezar û 89 malbat koçî taxên din, ji herêmên Sûrê yên ne qedexekirî jî 2 hezar û 739 malbat koçî navçeyên Rezan, Peyas û Yenîşehîrê kirine.