Sebave Erbiyn hat azadkirin, HSD'ê dor li Şedadê girt-HAT NÛKIRIN
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), operasyona azadkirina Şedadê ya bi şiyara "Hêrsa Xabûrê" di 16'ê Sibatê de dabûn destpêkirin, didomînin. Bajar nîvê şevê hat dorpêçkirin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), operasyona azadkirina Şedadê ya bi şiyara "Hêrsa Xabûrê" di 16'ê Sibatê de dabûn destpêkirin, didomînin. Bajar nîvê şevê hat dorpêçkirin.
Hêzên HSD'ê yên ber bi Şedadê ve bi pêş de diçin, bajarokê Sebave Erbiyn ên embarên genim lê ne, azad kirin. Rêya Hesekê û Şedadê jî ket bin kontrola şervanê HSD'ê.
Pêngava azadkirina Şedadê, ku ji aliyê hêzên HSD'ê ve di bin navê "Hêrsa Xabûrê" ji du baskan ve tê meşandin, didome. Şervanên HSD, ji başûrê Holê ve bi 3 kîlometreyan, ji çiyayê Kizwan jî bi 5 kîlometreyan nêzî Şedadê bûn.
Şervanên HSD gav bi gav ber bi Şedadê ve bi pêş de diçin. Xaçerêya 47'an a stratejîk û rêya Reqqa, Dêr El Zor û Şedadê ketin bin kontrola şervanan.
Di operasyona ku ket roja 4. de, şervanên HSD'ê ji sê baskan ve dor li Şedadê girtine.
Koalîsyona navneteweyî ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê jî destekê dide operasyonan.