Saziyên Sivîl serdana gundê Roboskiyê kirin

Saziyên Sivîl serdana gundê Roboskiyê kirin

Nûnerên saziyên KESK, DÎSK, ÎHD, ÇHD, TMMOB, TTB û TÎHV'ê û gelek saziyên sivîl ên civakî di 7'emin meha komkujiya Roboskiyê de çûn gundê Roboskiyê û xizmên 34 kuştiyan ziyaret kirin. Di ziyaretê de Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen diyar kir ku, di ser komkujiyê de 7 meh derbaz bûn, lê hêj berpirsyar nehatine darizandin û hesap ji kesî nehatiye pirsîn. Ozgen wiha got: ""Ev berdewama komkujiya salan ya ku hêj hesap nehatiye dayîne."

Nûnerên saziyên KESK, DÎSK, ÎHD, ÇHD, TMMOB, TTB û TÎHV'ê û gelek saziyên sivîl ên civakî di 7'emin meha komkujiya Roboskiyê de çûn gundê Roboskiyê. Nûnerên saziyên sivîl ên civakî li gundê Roboskiyê xizmên 34 welatiyên sivîl yên di komkujiya balafirên şer yên tirk de jiyana xwe ji dest dan ziyaret kir û piştgiriya xwe anîn ziman. Di ziyaretê de Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, Serokê Giştî yê DÎSK'ê Erol Ekîcî, Serokê Giştî yê TMMOB'ê Mehmet Soganci, Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Metîn Bakkalci, Serokê Giştî yê TTB'ê Prof. Ozdemîr Aktan, Endame Rêveberiya Giştî ya TTB'ê Prof. Mehmet Zîncîr jî di nav de gelek kes amade bûn.

Heyeta ku şevê din li Mêrdînê ma, îro serê sibê xwe gihandin Roboskiyê û malbat ziyaret kirin. Heyeta saziyên sivîl yên civakî ji aliyê xizmên kuştiyan ve li dervê gund hatin pêşwazîkirin. Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen bi kurdî welatî silav kirin. Malbatên ku cilên reş li xwe kirin û wêneyên zarokên xwe bi singa xwe vekirin heyet pêşwazî kirin û bertek nîşani daxuyaniyên Serokwezîr Erdogan ên derbarê kurdên Sûriyê de dan.

Heyet û xizmên kuştiyan pişt re bi hevre çûn ser goristanê û ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Li vir Serokê Giştî yêi KESK'ê Lami Ozgen, anî ziman ku di ser komkujiyê re 7 meh derbas bûn lê hêj hesab nehatiye pirsîn û kujer nehatine darizandin. Ozgen, xwest raydarên dewletê lêborînê bixwazin û gavan bavêjin û wiha got: "Li herêmê bi salan ji ber şerê heyî ciwanan bazirganiya sînor kir. Ji şer şert û mercên heyî neçarî qaçaxvaniyê man."

'EV BERDEWAMA KOMKUJIYA KURDANE'

Ozgen anî ziman ku, berê jî li ser navê "têkoşîna bi terorê re" kurd dihatin qetilkirin û hesap ji wan nehat pirsîn û niha jî di serdema hikûmeta AKP'ê de bi komî tên kuştin û hesap nayê pirsîn. Ozgen da zanîn ku, her tim kuştina kurdan rewa tê dîtin û wiha got:" Ev komkujî berdewam komkujiyên dine. Ji ber vê yekê hesap ji wan nayê pirsîn. Hikûmet her tim daxwazên kurdan ên demokratîk wekî hewildanên "terorê" dibîne û mudaxale dike.

‘AKP RÊ LI ŞER Û KOMKUJIYÊN NÛ VEDIKE’

Dîsa hikûmetê piştî bûyerê bi daxuyaniyên xwe yên têkildarî komkujiyê de komkujî parastiye û welatiyên sivîl sûcdar kirine. Komkujiya li Roboskiyê berdewama polîtîkayên AKP'ê yên leşkerî ne. Xuya dike ku hikûmeta AKP'ê û Tirkiyeyê di şer de israr dike. Mixabin hikûmeta AKP'ê ji ber ku di şer de israr dike her ku diçe hêviyên aştiyê winda dibin. Ger ku di şer de israr nekiriba dê mîtînga BDP'ê û KCDê ya li Amedê asteng nekiri ban. Îro hikûmeta AKP'ê bi operasyonên siyasî û leşkerî rê li pêşiya şerekî nû û komkujiyekî nû vedike. Em dixwazin hikûmet dest ji vê helwesta xwe berde û rê li pêşiya aştiya demokratîk û çareseriyê veke. "

Heyetê piştî ziyareta goristanê ji gundê Roboskiyê qetiya.