Saziyên Êzidiyan: Rizgarkirina Şengalê rûmeta mirovahiyê ye

Federasyona Komelên Êzîdiyan (FKÊ), Meclîsa Jinên Êzîdî (MJÊ) û Meclîsa Şengalê ya Dîaspora (MŞD) ji ber yekemîn salvegera komkujiya Şengalê ya 3'ê Tebaxa 2014'an daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar weşandin.

Federasyona Komelên Êzîdiyan (FKÊ), Meclîsa Jinên Êzîdî (MJÊ) û Meclîsa Şengalê ya Dîaspora (MŞD) ji ber yekemîn salvegera komkujiya Şengalê ya 3'ê Tebaxa 2014'an daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar weşandin.

Di daxuyaniya hevpar de hat ragihandin ku di fermana 73'an de her tiştên li dijî mirovahî li ser civata Êzidî hatiye ceribandin û hat gotin, "Bi hezaran jin û keçên Êzidî hatin tecawizkirin. Bi sedan Êzidî kuştin û organên wan di bazaran de firotin. Keç û zarokên Êzidî heyanê Afrîqa hatin firotin. Bi hezaran Êzidî neçar man ku ji vê axa pîroz a Êzidxan koçber bin."

Saziyên Êzidî diyar kirin ku Êzidiyên niha li ser xaka pîroz in û li ber xwe didin bi saya Tevgera Azadiyê mane û destnîşan kirin ku yekemcar hêzeke gerîla bi hêza xwe sê sînorên dewletan derbas kir, dest li rewşa Şengalê werda û ehta niha jî nêzî saleke ji bo azadkirina civata Êzidî têdikoşe.

"BI SAYA BERXWEDANA ŞENGALÊ ÊZIDÎ JI XWE DIBÊJE 'EM ÊZIDÎ NE"

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku civata Ezidî ya îro li Ewropa, Rûsya, Ermenîstan, Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê dijîn bi saya Êzidiyên li Şengalê li ber xwe didin dikarin bêjin 'Em Êzidî ne, em ola Êzidiyatiyê diparêzin' û ev xal hat destnîşankirin:

"Di vê wateyê de civata me yê Êzîdî jî bila baş bizanibe, bi avabûna YBŞ û YPJ-Şengal firsendeke pir dîrokî bi dest xistiye. Ji ber ew hêza Azadiyê ya niha jî li çiyayê Şengalê bi hêza YBŞ û YPJ-Şingal derketiye holê. Berxwedana YBŞ'ê berxwedana hêza azadiyê a li Şengalê ye. Ji bo vê pêwîste qîmeta YBŞ û YPJ-Şengal baş bê zanîn. Armanca saziyê civaka Êzidî ew e ku YBŞ'ê bikin hêzekî xurt a heremê. YBŞ êdî di qada navneteweyî de wê bibe hêza leşkerî, siyasî û dîplomasî ya civata me ya Êzidî.

BERÎ HER TIŞTÎ BI RÊXISTIN KIRIN Û YEKÎTÎ

Ji bo em bibin bersiva van êrîşên hovane yên li Şengalê, Kobanê û Rojava pêk tên, divê bi îradeyek xurt li gor ruhê cangoriyên 73 fermanan û cangoriyên şorereşa Kurdistan bi berxwedanekî taybet em xwe bidin naskirin û li wan xwedî derkevin. Em rewşa civata Êzîdî û bûyerên li welatê me qewimîne baş dizanin! Berî her tiştî xwe bi rêxistin kirin û yekîtî ji bo me girîng e.

Lê em ji bîr nekin, nîvê Ṣengalê hîna jî aliyê DAIŞ ve dagirkiriye, bi deh hezaran mirovên me li ser xaka bav û kala penaber e û raya giṣtî ya cihanê bê deng e. Her çiqas Neteweyên Yekbûyî weke jenosîdê bi nav kiribe jî, lê ji bo ewlakarî û statûya Ṣengalê hewldanê berbiçav çênebûne.

Ji bo rizgarkirin û avakirina Ṣengalê pêwîste civaka me li hemû qadê jiyanê bê navber di nav hewldana de be, li dora saziyê xwe kom bibe û yekitiya xwe  xurtir bike. Her wiha ji bo em hemû listikê li ser civaka me tên meṣandin bê armanc bihêlin û 3 Tebaxê bibe roja Ṣengalê ya Navneteweyî, girÎng e em her bêhtir bi xabatin û dengê xwe bilindtir bikin.

BANGA TEVLÎBÛNA LI MEŞA 3'Ê TEBAXÊ YA LI CENEVREYÊ

Li ser vê yekê em ji wek saziyê civaka Êzidî, gelê Kurdistanê û dostê wan li Cenevreyê salvegera fermana Şengalê bi çalekekî navendî protesto dikin - 3 tebaxê ji meṣ û miting tê lidarxistin.

Banga me ji hemû kesê dilsoz û xwemxwarê bawerî û çanda Êzîdiyatî dibinin, kesê xwe welatparêz, demokrat, aṣtîxwaz û aligirê kêm ola û bindesta dibinin, bi hemû hêza xwe tevlî çalekiya ´´Roja Ṣengalê ya Navneteweyî´´ bibin.

Tevlîbûna çalakî gelekî girînge ji bo piştgiriya berxwedana Şengalê, Kobanê û Rojava – werin em bi hevdû re dengê xwe bigînen warê xwe Kurdistan û li gelên navneteweyî.

Îro li ser nêzîkbûn û xwedî derketina Sengalê em mirovahiya her mirov û taybetî her kurd ber çavan derbas dikin.

 Pêşketin û serketin wê ya me bin.

CIH Û DEMA ÇALAKIYÊ
 
Çalakiya navend: 
Dem : 03.08.2015  -  Saet: 12.00   -   Cih: Place des nations / 1202 Cenevre"