Saziyên Êzidî: Em terora AKP’ê û Qesrê şermezar dikin
Saziyên Kurdên Êzidî bi daxuyaniyeke hevpar têkildarî qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê ku bi fermana AKP’ê û Qesrê pêk hatî şermezar kirin.
Saziyên Kurdên Êzidî bi daxuyaniyeke hevpar têkildarî qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê ku bi fermana AKP’ê û Qesrê pêk hatî şermezar kirin.
Saziyên Kurdên Êzidî têkildarî qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê daxuyaniyeke nivîskî belav kirin û gotin, ‘Em terora AKP’ê û Qesrê li dijî nûnerên gele Kurd yên hilbijartî şermezar dikin û destekê didin berxwedana HDPê’’
DARBEYA AKP’Ê
Di daxuyaniya hevpar de bal hate kişandin ser pêvajoya qirkirina siyasî û hate gotin, ‘’ Prosesa kuştin û teqanandina xwepêşandan û mîtîngên Kurdan bi destê AKP’ê û hevkara wê DAIŞ’Ê bi rê ve çû’’ û wiha hate gotin:
‘’Desthilatdariya AKP bi derbeyekê nûnerên gelê Kurd ji perlamenterên HDP, di nav de hevserokatiya partiyê Selahattin Demirtaş û Figen Yüksekdag, girtin bin çavan û dewrî zîndanê kirin. Ev kiryara dijdemokratîk ji aliyê AKP’ê û serokê dewletê Recep Tayyip Erdogan ve hate kirin. AKP’ê û Erdogan li dijî hebûna gelê Kurd ev serê çend salan şerekî giştî yê qirkirin û jiholêrakinê dimeşînin. AKP’ê û Erdogan deriyê çareseriya siyasî girtin û piştî hilbijartinên hezîrana 2015’an, wan hemû derfetên dewleta Tirk li dijî gelê Kurd, Tevgera Azadiya Kurdistanê, HDP û kesayeta Rêber APO bikar anîn û xistine dewrê. Bi salane tecrît danîn ser Rêber APO û destûr nedan parêzer û malabata wî ku mafên serdanê bikar bînin û herin serdana wî. Her weha Erdogan û AKP’ê bi wehşiyetek mezin bi belafir û tankan girtin ser bajarên bakûrê Kurdistanê û bi hezaran sivîl kuştin, bi sedhezaran jî Kurd derbider kirin û ew ji cihên wan derxistin. Tax û malên bajarên Kurdistanê hilweşandin û bi ser serê sivîlan ve anîn xwarê. Prosesa kuştin û teqanandina xwepêşandan û mîtîngên Kurdan bi destê AKP’ê û hevkara wê DAIŞ bi rê ve çû.’’
‘AKP BI HEVKARIYA DAIŞÊ LI BAŞÛR Û ROJVA JÎ ŞER MEŞAND’
Di berdewamiya daxuyaniya hevpar de ku ji hêla Navende Yekîtiya Komelên Êzidiya (NAV-YEK) Hevbendiya Êzdiyên Sûriye(HÊS), Hevgirtina Ciwanên Êzîdî (HCÊ) ve bi hevparî hate dayin, bal hate kişandin ser hevkariya AKP’ê û DAIŞ’ê û şerê ku li Başûr û Rojava dane meşandin û wiha hate gotin:
“AKP’ê bi rêya hevkara xwe DAIŞ’ê ne tenê şerê qirkirinê li himberî gelê Kurd li Bakûrê Kurdistanê meşand, lê her weha li Başûr û Rojava jî şerekî qirêj bi destê van hovan da destpê kirin. Li Rojava DAIŞ bi ser Kurdan ve şand. Bi rêya DAIŞ-AKP’ê bi hezaran ji Kurdan qetilkirin û bajarên mîna Kobanê, Serê Kaniyê wêran kir. Gelê Kurd li Kobanê pêla hovîtiya DAIŞ têk bir. Her weha li Şingalê jî dîsa DAIŞ bi desteka dewleta Tirk êrîşek xedar bir ser Êzdiyan û bi hezaran ji sivîlan qetilkirin.
Li Kobanê û Şingalê êrîşa hov û çeteyên DAIŞ’ê bi fermana û destekdayina AKP’ê pêk hat. Lê gelê Kurd ev êrîş vala derxist û bi xwîna ewledên xwe dawiya DIAŞ û xîlafeta wê ya xwînmijî anî.
AKP’ê û Erdogan li dijî hemû pêkhateyan, Serhildana Bakur, Federaliya Rojava û Xweseriya Şengalê şerekî giştî yê qirkirin û ji holêrakirinê dimeşînin. Ew di vî şerî de hovên DAIŞ û komên din yên çete bikar tînin û wan bi ser Kurdan ve dajon. Ji ber vê yekê divê gelê Kurd û hevkarên wê yên demokrat û pêşverû asta berxwedanê bilind bikin û derfetê nedin AKP’ê û amûrên şerê taybet û giştî yên mîna DAIŞ û El Nûsra ku êrîşê bidin ser wan û welatê wan dagir bikin. Li himberî AKP’ê û terora wê divê berxwedanek mezin were meşandin.
‘’MAFÊ AKP’Ê Û DEWLETA TIRK NÎN E KU DESTDIRÊJIYÊ LI ŞENGALÊ BIKE’
Di heman daxuyaniyê de behsa niyet û planên AKP’ê û dewleta Tirk hate kirin ku ew dixwazin Şengalê, Mûsilê dagir bikin û hate gotin, Êzîdî divê xwe biparêzin:
‘’Êzdî divê xwe li himberî hemû cûreyên êrîşan biparêzin. Mafê Êzdiyan yê xwebirêvebirin û xweparastinê heye. Lewra divê Şengalê bimîne heremek xweser û divê YBŞ bi erkê xwaparastinê rabe. Mafê AKP’ê û dewleta Tirk nîne ku destê xwe dirêjî Şengal û Mûsilê bike. Şengal û Mûsil milkê xwediyê xwe yê ji hemû pêkhatiyane. Em li vir destwerdana AKP’ê ya li Mûsilê şermezar û red dikin û dibêjin bila dagirkeriya AKP’ê di zûtrîn dem de derkeve û hêzên eskerî yên dewleta Tirk axa herema Êzdiyan Başîqayê terik bikin.
‘’EM TERORA AKP’Ê ŞERMEZAR DIKIN’
Di dawiya daxuyaniyê de qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê ku bi destê AKP’ê û Qesrê hate şeremzarkirin û wiha hate gotin:
“Em terora AKP’ê û Qesrê li dijî nûnerên gele Kurd yên hilbijartî şermezar dikin û destekê didin berxwedana HDP ya demokratîk û azadiya hevserokên partiyê û hemû perlemanterên girtî dixwazin. Her wiha em berxwedana Rojava ya li dijî DAIŞ’ê bi ser xistin pîroz dikin û serkeftinê ji hemleya Xezeba Firat a azadkirina Reqayê re dixwazin. Di heman demê de hêzên YBŞ silav dikin û Şengalê mîna heremek xweser dibînin û destekê didin vegera Êzdiyan ji bo xaka wan. Berxwedana hêzên Başûr li himberî DAIŞ’ê em silav dikin û ji PDK’ê dixwazin ku Êzdiyan wek îrade qebûl bike û dawî li hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re bîne.’’
Saziyên mora xwe danîne binê vê daxuyaniya hevbeş, ev in:
- NAV-YEK (Navenda Yekîtiya Komelên Êzîdiya)
- SMJÊ (Sîwana Meclîsê Jinên Êzîdî)
- HCÊ (Hevgirtina Ciwanên Êzîdî)
- MŞD (Meclîsa Şengalê derveyî welat)
- HÊS (Hevbendiya Êzdiyên Sûriye)
- Kordînasyona Meclîsên Gundê Êzdiyan
- PHKÊ (Platforma Hunermendê Kurdên Êzîdî)