BI DÎMEN

Saziya Xizmetguzariyê ya li Şengalê tevî ambargoyê jî xizmeta gel dike

Saziya Xizmetguzariyê ya Şengalê, tevî kêm derfetan û ambargoya dijwar jî hewl dide pirsgirêkên civaka Êzidî ya li Şengalê çareser bike.

Saziya Xizmetguzariyê, ji aliyê Êzidiyên li Şengalê ve bi derfetên xwe hatiye vekirin û hewl dide xizmeta gelê li vê derê ye, bike.

Endamê Rêveberiya Saziya Xizmetguzariyê Cindo Emer Silêman da xuyakirin, ku ev sal û nîveke wan ev sazî vekirine û got, "Armanca me ya esasî, xizmeta ji bo gelê xwe ye. Bi taybetî em hewl didin xizmeta gelê xwe yê li çiyê ye, bikin. Bi qasî 25 endamên me hene û hemû jî bi dildarî dixebitin. Di vê dema derbas bûyî li gorî derfetên heyî gelek kar û xebat hatin kirin. Erzax tê belav kirin û pirsgirêkên avê têne çareser kirin. Heta niha 11 bîrên avê hatinê kolan. Ji gelek gund û kampa re jenerator hatine dayîn. Ji xwe pereyekî wisa ji gel nagirin, tenê têra ew mirovê ku li jenetorê dinêre ji wan digrin. Berê me erzaxên bi giştî  5- 6 cure belav dikir. Mînak ard, şekir, birinc, rûn, çay, savar dida gel. Hetanî carna me cil û berg jî belav dikir. Lê vê dawiyê rê li ser Şengalê hatiye girtin. Ev jî encamê listokên qirêj in, nahêlin tiştek were Şengalê."

DESTÛR NAYÊ DAYÎN, ALÎKARIYA JI ROJAVA TÊ BIGIHÊJE ŞENGALÊ

Silêman diyar kir, berê gelê Rojava û Rêveberiya wê ji bo gelê Şengalê her tim alîkarî dişandin, wan jî li vir belav dikirin û got, "Lê niha her kes jî dizane ku li ser Rojava ji dorpêçeke mezin heye. Nahêlin tişt derbasî wir bibin. Ji xwe tiştên niha ji Rojava tê ji mîlet ji malên xwe qut dike û ji vî gelî re dişîne. Dema rê vekiribûn her tiştî ji milê Rojava ve dihatin. Ji bilî vê ti alîkarî ji vî gelî re ne hatiye şandin."

Silêman pirsgirêka elektrîkê jî wiha bi lêv kir: "Niha ji bo ceryanê me 3 jenarator daniye bajarokê Xanasorê. Ji sedî 85 malên li wir ji van jeneratoran ceyran digrin. Ya gundê Kersê û gundê Kolka jî hatiye çêkirin. Ji bo gundê Kolka me bîra avê ji lê xistiye, lê pirsgirêka avê wir kêm e. Lê dîsa jî em li ser disekinin ku çareseriyekê jê re bibînin. Li Serdeştê me du bîrên avê kolane û di xizmeta gel de ne. Li gundê Dawola 6 bîrên avê ku ev bi salane wisa hiştibûn me çêkir û xiste xizmeta gel. Ya bi gîştî mirov dikare bejê, pisgirêka av û ceyranê hatiye çareser kirin."

Endamê Rêveberiya Xizmetguzarî Şêx Cemal li ser vekirina saziya Xizmetguzarî ev tişt anîn ziman: "Ev salek û nîv eme ev sazî vekirine. Ji bo ku em ji gelê xwe re kar bikin. Endamên saziyê hemû bi kêfa xwe hatine, bê pere dixebitin. Niha jî gelek dixwazin werin lê ji ber ku niha pisgirêkên derve, karê baş bi rêve naçe, tiştên ji me re pêwîst in nayên, em nikarin wan bînin an niha hejmarek zêde hatibûn."

'HIKÛMETA HERÊMÎ RÊ LI SER ME GIRTIYE'

Cemal pirsgirêkên saziyê jî wiha vegot: "Ev Erebeyên di destê me de hemû yên kevin me ji destê DAIŞ ê derxistin e. Her roj xera dibin û em nikarin parçên wan bînin. Hikûmeta Heremî rê li ser me girtiye û ne ew ne ji hikûmeta navendî (Iraq) çi alikarî nedane me. PDK'ê asayîşek danîne ser ava mezin a Dîcle. Tenê li dijî me wiha dikin. Ti nikare ti tiştî bîne, lê ev rastiyeke  ger tişt nebe em ê çawa xizmeta gelê xwe bikin. Dîsa tişta ji destê me tê em dikin."

Cemal axaftinên xwe wiha berdewam kir: "5 tanqên me yê avê hene. 2 traktor û qemyonek mezin ya zibalê, 3 dozer û 2 qilabe, ev jî karê paqijiyê, karê bloka û karê wekî wê dikin. Niha ber bi zivistanê ve diçin em dixwazin rêyên kampa çêkin."

PROJEYÊN JI BO DEMA PÊŞ

Cemal projeyên xwe yên dema pêş wiha rêz kir: "Hetanî niha havîn bû, gel zêdetir av û erzax dixwest. Niha em dixwazin amedekariya bikin, ev gelê ku di kampên Başûr de ne dema zîvirîn ji bo zehmetiyan nekşînîn; av, ceyran, pêwistîyên din amede dikin. Em dixwazin gundê Milika yê ku di dema Saddam de hatiye vala kirin ji nû ve ava bikin û gel tê de bi cih bikin. Ev çend roj in em rêya wê çêdikin, piştre em ê ceyran û avê wê ji çêbikin û gel vegere gund."

Ajokerê tanka avê yê bi navê Dexir Minteqanê ji gundê Til Qesabê ye jî wiha axivî: "Ez  ji destpêka avakirina vê saziye ve kar dikim. Niha ez avê li gel belav dikim. Sibe seat 6’ê sibê destpê dikin hetanî seat 7’ê evarê avê li gel belav dikim. Carna hetanî 8- 9 êvar jî  karê min dewam dike. Em ne li gorî saetan, li gorî  pêwîstiyê tevdigerin. Tevî hemû tiştan jî dîsa gazincên gel ji avê gelek in. Ji ber ku tankên me yên avê pir kêm in, bi giştî 5 tankên me yên avê hene. 3 li aliyê bajarokê Xanesor û bajarokê Sinûnê kar dikin, 2 jî li Serdeştê kar dikin."

...