Sayan ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Ercan Sayan ê ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hat qetilkirin bi tilîlî û çepikan ve ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.
Ercan Sayan ê ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hat qetilkirin bi tilîlî û çepikan ve ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.
Ercan Sayan ê ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hat qetilkirin bi tilîlî û çepikan ve ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.
Ercan Sayan ê ku li navçeya Dêrik a Mêrdînê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hat qetilkirin hat defin kirin. Cenazeyê Sayan ê ku ji bo otopsiyê rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê, îro piştî kar û barên otopsiyê ji bo definkirinê ji aliyê malbat û MEYA – DER’ê ve hat girtin. Di dema girtina cenazeyê Sayan de parlemetera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, rêveberên DBP û HDP’ê ya navçe û bajarê Mêrdînê û hevşaredarê Mazidagê û gelek kes amade bûn. Di bin dorpêçekî zêde de cenazeyê Sayan ji morga nexweşxaneyê hat girtin, ji ber sedemê terora çeteyên dewleta Tirk ya li ser navçeya Dêrikê didome ketin û der ketina navçeyê hatiye astengkirin. Li ser vê ji bo defikirina cenazeyê Sayan ber bi gundê Birîniyê yê girêdayî navçeya Mazidagi yê Mêrdînê ve ketin rê.
Cenazeyê Sayan di ketina navçeya Mazidagi ji aliyê bi hezaran kesan ve hatin pêşwazî kirin û pirştre ji bo definkirin rakirin gundê Birînyê. Piştî wecîbeyên dînî yên li mizgefa gund, cenazeyê Sayan ji aliyê girseyê ve bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”û “Şehîd namirin” bi tilîlî, çepikan û guleyên ku li hewa hatin teqandin heta goristan gund li ser milan birin. Her dawî bavê Sayan Alî Sayan û dayîka Sayan Sevdet Sayan diyar kir ku Ercan şehîdê gelê Kurd hemûyan ne, serê gelê Kurd sax be. Kon sersaxiyê wê li gundê Berkevirê yê Dêrikê bê qebulkirin.