Sariyildiz: Qedexeya derketina derve li kolanan tê protestokirin
Qedexeya derketina derve ya li navçeya Silopiya ya Şirnexê ya AKP’ê îlan kir, ji aliyê gel ve li kolanan bi dirûşm, tilîlî û dengderxistinê tê protestokirin.

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ê niha li Silopiyayê ye di daxuyaniya ku da ANF’ê wiha axivî. “Li Silopiyayê gel, qedexeya derketina kolanan, li kolanan bi dirûşm, tilîlî û çalakiya dengderxistinê protesto dike. Wek heyet em li Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiya ne, ji ber ku me li Şirnex û Cizîrê dît ku welatiyên birîndar dema tînin nexweşxaneyê, careke din rastî êrîşa tîmên taybet tên. Nedihiştin wezîfedarên nexweşxaneyê birîndaran tedawî bikin. Em ji ber vê niha li nexweşxaneyê ne. Heta niha êrîşeke cidî li hember gel nehatiye kirin. Lê wer tê dîtin ku tîmên taybet li Silopiyayê li pey komkujiyeke sivîl in.”