Şaredariya Sûrê ikramiya cejnê da xebatkarên xwe

Hevşaredarên Sûra Amedê ji bo xebatkarên ku di bin banê şaredariyê de karên xizmetê dikin bi boneya cejna Remezanê ikramiya îdê belav kirin.

Hevşaredarên Sûra Amedê ji bo xebatkarên ku di bin banê şaredariyê de karên xizmetê dikin bi boneya cejna Remezanê ikramiya îdê belav kirin. 

Hevşaredar Seyîd Narîn der barê vê mijarê de wiha nêrînên xwe anî ziman: "Bi boneya cejna Remezanê û ji bo ku xebatkarên me cejna xwe bi malbatên xwe re bi rengekî baştir derbas bikin, me zor li şert û mercên xwe yên heyî kir û me ikramiya bi qasî 13 rojên kar li xebatkarên xwe belav kir.
 
Em vê cejnê ji niha li hemû hevalên xwe yên xebatkar pîroz dikin û em ê her hewl bidin ku şert û mercên xwe bide zorê ji bo bikarin çalakiyên wiha bikin û dilê xebatkarên xwe û malbatên wan pê xweş bikin."

Hevşaredara Sûrê Fatma Şik Barut jî anî ziman ku keda xebatkaran bi pereyan nayê pîvan û ew ê hewl bidin bi hemû imkanên di destên wan de şert û mercên xebatkarên xwe baştir bikin. 

Şik cejna hemû xebatkaran pîroz kir û got "Em hêvîdarin ku ev cejna Remezanê bibe wesîleya xêr û xweşiyê, wesîleya aştiyeke bi rûmet û azadiyê ji bo hemû gelê me."

Di dawiya axaftina xwe de Şik diyar kir ku ew hêvî dikin hemû hevalên xebatkar bi malbatên xwe re cejneke xweş derbas bikin.