Şaredariya Hawêlê jî hate desteserkirin
Li dû binçavkirin û girtina Hevşaredarê Hawêlê yê DBP'yî Alî Aydin, bi rêya qeyûm Şaredarî hate desteserkirin.
Li dû binçavkirin û girtina Hevşaredarê Hawêlê yê DBP'yî Alî Aydin, bi rêya qeyûm Şaredarî hate desteserkirin.
Polîsên dewleta Tirk roja 16'ê Kanûnê avêtibûn ser Şaredariyên navçeyên Hawêl, Weysel Qeranî û malên hevşaredaran. Di serdegirtinan de Hevşaredarên Hawêlê Selva Erdogan û Alî Aydin hatin binçavkirin. Hevşaredar Alî Aydin hate girtin û lêpirsîna Hevşaredar Selva Erdogan jî hê dewam dike. Piştî ku Hevşaredar Aydin hat girtin, qeymeqamtiya Tirk a li Hawêlê nivîsek ji Şaredariyê re şand û diyar kir, ku qeymeqam Mehmet Kocabay weke qeyûm tayînî Şaredariya Hawêlê hatiye kirin.
Hevşaredarê DBP'î yê Weysel Qaranî Enes Cengiz hê li Midûriyeta Polîsan a Hawêlê tê girtin. Der barê Hevşaredar Ayten Sezgîn de biryara binçavkirinê heye.