Salvegera damezrandina PKK’ê tê pîrozkirin

Li gelek navendan 27'ê Mijdarê 37'emîn salvegera damezirandina PKK'ê bi şahiyan ve bi coşeke mezin tê pîrozkirin.

Li gelek navendan 27'ê Mijdarê 37'emîn salvegera damezirandina PKK'ê bi şahiyan ve bi coşeke mezin tê pîrozkirin.

AMED

Li navçeya Erxenî ya Amedê bi munasebeta 27'ê Mijdarê li ber avahiya DBP'ê pîrozbahî hate lidarxistin. Gelek kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de sînevîzyona li ser dîroka PKK'ê hate pêşandin. Bernameya pîrozbahiyê bi çepik û dirûşman bi dawî bû.

ŞIRNEX

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi boneya 37'emîn salvegera damezirandina PKK'ê ji aliyê Meclîsa Gel a Bajêr ve şahî hat lidarxistin. Welatiyên li ber avahiya HDP'ê kom bûn heya Qada Çarkendalê ku konser lê hat lidarxistin meşiyan. Di meşê de pankartên "PKK gel gel li vir e", "Me bi ciwanî destpê kir em ê bi ciwanî ser bikevin" hatin hilgirtin û alên PKK'ê hatin rakirin. Girseyê bê navber dirûşmên, "Bijî serok APO" û "Bijî bexwedana Cizîrê" berz kir. Qada ku pîrozbahî lê dihat lidarxistin bi alên PKK'ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xemilandin.

Şahiyê bi rêzgirtinê destpê kir û wê bi stranên komên Navenda Çand û Hunerê a Mem û Zînê bidome.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê jî bo heman boneyê li Taxa Cûdî bi tevlîbûna hezaran welatiyan şahî hat lidarxistin. Li qada ku şahî hat lidarxistin alên KCK, PKK'ê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Fermandarên PKK'ê Hakî Karer, Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş her wiha wêneyên Sakîne Cansiz û Viyan Soranê hatin daliqandin. Pankarta "Em ê bi rihê rêveberiyen xweser 37'emîn damezrandina PKK bi azadiya Rêber Apo pîroz bikin" bi dika li qadê ve hat daliqandin. Welatiyên tevlî şahiyê bûyîn cil û bergên herêmî li xwe kiribûn û şahî bi qedeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê destpê kir.

Piştî axaftina Hevserokê HDP'ê Mahmût Yildiz û Hevseroka Meclîsa Majêr Pakîze Nayir bi hezaran welatiyan bi coşeke mezin li ber stranên Koma Pel, Koma Şehîd Sara ve Ahmet Farqîn govend gerandin.

Şahiyê heya derengiya şevê berdewam kir û bi diruşmên, "PKK gel e, gel li vir e" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

Li navenda Şirnexê jî pîrozbahî li taxa Haci Lokman Bîrlîk ê ku ji aliyê tîmên taybet ve hate qetilkirin bi beşdariya hezaran kesan ve hate pîrozkirin. Pîrozbahî diyarî Haci Lokman Bîrlîk, Adem Îrtegun, Sîdar Saka û Hîdayet Înal ên hatin qetilkirin, kirin. Piştî axaftinan pîrozbahî bi muzîkê ve bi dawî bû.

SÊRT

Li parka Orhan Dogan ji bo 25'ê Mijdarê şahî hate lidarxistin. Gelek welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Parlamentera HDP'ê Besîme Konca di pîrozbahiyê de axivî û diyar kir ku gelê Kurd ji bo azadiya xwe di berxwedanê de ye. Pîrozbahî bi govendê bi dawî bû.

WAN

Hevparên Kongreya Jinên Azad (KJA) ên Wanê û endamên Meclîsa Aştiyê bi munasebeta salvegera damezirandina PKK'ê ji Rêberê Gelê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî re name û kart şandin. Bi beşdariya gelek jinan ji ber avahiya DBP'ê heta postaxaneyê meş hate lidarxistin û li vir beriya ku kart û name bên şandin jinan daxuyanî dan. Li ser navê jinan aktîvîsta KJA'yê Nazmiye Acar axivî û bal kişand li ser girîngiya PKK'ê û nirxandina "Em di rojeke bi vî rengî de ruhê têkoşer ê jinan dibînin" kir.

Piştî axaftinan jinan ji postexaneya li ser cadeya Mereşê ji Ocalan û girtiyên siyasî re name û kart şandin. Jin bi dirûşma "jin jiyan azadî" çalakiya xwe bi dawî kirin.