Salih Muslim: Civîna Riyad xizmetê ji berjewendiya gelê Sûriyeyê re nake
Serokê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku civîna Riyad wê bê encam bimîne û wê ti çareseriyekê ji aloziya Sûriyeyê re peyda neke.
Serokê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku civîna Riyad wê bê encam bimîne û wê ti çareseriyekê ji aloziya Sûriyeyê re peyda neke.
Serokê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku civîna Riyad wê bê encam bimîne û wê ti çareseriyekê ji aloziya Sûriyeyê re peyda neke. Muslim destnîşan kir ku ne mimkûn e aloziya Sûriyeyê bêyî beşdarbûna hemû pêkhateyan çareser bibe.
Têkildarî civîna paytexta Erebistana Siûdiyê ya di navbera 8 û 10’ê Kanûnê wê têkîldarî çareseriyên pirsgirêkên Sûriyeyê bê lidarxistin, Hevserokê PYD’ê Salih Muslim bi rêya telefonê agahî da ANHA’yê. Muslim da zanîn ku heta niha hemû nûnerên pêkhateyên Sûriyeyê ji bo beşdarbûna civînê ne hatine vexwendin.
Muslim, da zanîn ku civîna ku li ser banga Erebîstana Siûdiyê wê li Riyadê bê lidarxisitin, xizmetê ji berjewendiyên gelê Sûriyeyê re nake û got: “Civîn li ser daxwaza hin hêzên herêmî û navnetewî pêk hatiye. Civîn ne li gor rewşa siyasî û leşkerî ya li Sûriyeyê û herêmê ye.” Muslim, da diyarkirin ku nûnerên rast ên opozisyona Sûriyeyê yên çalak, ji bo civînê ne hatine vexwendin û wiha dom kir: “Ti cîdiyeta civîna wan tuneye.”
Muslim, da xuyakirin ku PYD’e û partiyên din ên di bin banê TEV-DEM’ê, her wiha Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û YPG’ê ne hatine vexwendin û ti bang li ji wan re nehatiye kirin.
Muslim, destnîşan kir ku civîna Riyad jî wê wek civînên Cenevre û civînên din ên hatine lidarxistin bê encam bi dawî bibe û wê nekeve xizmeta gelê Sûriyeyê,ev tişt anîn ziman: “Ti rêyên çareseriya aloziya li Sûriyeyê di civînê de nehatiye destnîşankirin. Ji bo gelê Kurd ê ku qurbaniyên mezin li dijî çeteyan dane, tiştek nehatiye destnîşankirin.”
Di dawiya axaftina xwe de Muslim, bang li hemû hêzên herêmî û navneteweyî kir ku bi rastî berpirsiyartiyên xwe pêk bînin û ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê rêbazekî bi beşdarbûna hemû pêkhateyan peyda bikin ku dawî li şerê Sûriyeyê û rijandina xwîna gelê Sûriyeyê bê.