Hevserokê PYD’ê Salih Mislim vekişîna Kurdan ji konferansa li Qahîreyê nirxand û diyar kir ku di amadekariyên komîteya amadekar de pirsgirêk derneketin, lê ENS’ê nexwest Kurd bikevin rojevê. Mislim got; “Kurdan weke neteweyekê qebûl nekirin” û diyar kir ku piştî wan muxalefeta li hindurê Sûriyeyê jî xwe ji civînê vekişandiye. Mislim destnîşan kir ku bûyerên li Efrînê karê Artêşa Azad û Sûriyeyê ye û “Ev yek ne çanda Kurdan e”.
Piştî ku di civîna muxalefeta Sûriyeyê ya li Qahîreyê pêk hat de Kurd weke gel an jî netew nehatin qebûlkirin, Kurdan xwe ji konferansê vekişandin. Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim vê mijarê, bûyerên li Efrînê û îdîayên çapemeniya Tirk ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê ji ANF’ê re nirxand.
Mislim der barê konferansa muxelefeta Sûriyeyê ya di 2’ê tîrmehê de li Qahîreyê pêk hat û Kurdan xwe ji konferansê vekişand de ev agahî da; “Ev demek dirêj e ku muxalefeta Sûriyeyê ji bo li dijî rejîmê bibe yek hewl dide. Dixwazin nêrînên wan ên siyasî ji bo demên pêş bibin yek. Weke tê zanîn li Sûriyeyê rewşeke pir aloz heye. Ji bo wê jî hêzên navneteweyî û muxalefet jî dixwazin li hemberî rejîmê bikin yek. Komkara Ereban me vexwende Qahîreyê. Em hemû muxalîf çûn wê derê.”
PÊVAJOYA DERBASBÛYÎNÊ HAT NÎQAŞKIRIN
Mislim bal kişand ser xebatên amadekariyê yên konferansê û got; “Amadekarî hatin kirin, em di komîteya amdekar de jî xebitîn. Yek ji mijarên kongreyê “pêvajoya derbasbûyînê” hat nîqaşkirin. Mînak di pêvajoya salekê de amadekarî tên kirin, ji bo hikûmet, qanûn û dê ji bo civakê çi bê kirin, gel û baweriyên li Sûriyeyê dê çawa bi hev re bijîn. Li ser vana gelek xebat hate kirin.
ENS’Ê NEXWEST MESELEYA KURD BIKEVE ROJEVÊ
Mislim diyar kir ku Encumena Neteweyî ya Sûriyeyê (ENS) nexwest meseleya Kurd bikevin rojevê û got; “Di komîteya amadekar de hevalên me jî cih girtin û ez bi xwe jî li wê derê bûm. Me ji xwe jî çavdêrî dikir, ka çi tê kirin. Di dawiyê de gihiştin formek ku her kes qebûl bike. Komîteya amadekar 18 kes bûn. divibûya muxalefetê hemû vê yekê qebûl bikira. Lê gava ku di rojeva civînê de evane hatin gotûbêjkirin, hinek li hember rabûn, hinekan êrîş kirin û meseleya Kurdan neket rojevê. Ev jî ji aliyê Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê ve wisa bû û nîqaş pir bûn.”
KURDAN WEKE GEL QEBÛL NEKIRIN
Mislim ragihand ku gava mesele hat ser Kurdan, Kurdan weke gel qebûl nekirin û got; “Dîsa jî “hevpeymana civakî” hebû. Ew û meseleya Kurd nehatin qebûlkirin. Gotin em vê bihêlin ji bo kongreya din, kongreya din jî ji bo 6 mehên din, salek din, ew jî tam ne diyar e dê kengî bê lidarxistin. Belkî qet pêk neyê jî. “
MESELE QEBÛLNEKIRINA KURDAN BÛ
Mislim got; “ Mesele tenê ew bû ku hebûna Kurdan qebûl nekirin. Ji ber wê jî me hemû Kurdan xwe ji konferansê vekişand. Piştre hatin me nîqaş kirin, me jî paragrafek tenê amade kir û me got ‘tiştên we qebûl kirin, vê paragrafê lê zêde bikin.’ Ew paragraf jî ew bû ku hebûna Kurdan di makeqanûnê de bê qebûlkirin, Kurd weke neteweyek bên qebûlkirin, mafê wan ê ziman û çandê bên dayîn. Lê vê yekê jî qebûl nekirin. Di wê paragrafê de jî guhertinan çêkirin û qebûl nekirin, em jî rabûn ji konferansê veqetiyan.”
Hevserokê PYD’ê ragihdn ku piştî Kurdan Koordînasyona Meclîs (muxalefeta hindurê Sûriyeyê ya ku PYD jî di nav de ye) jî xwe ji konferansê kişand û axivî; “Em dikarin bêjin tenê Encumena Neteweyî ya Sûriye (ENS) tenê di konferansê de ma. Ew û alîgirên xwe tenê têde man. Ji ber ê jî mirov nikare bêje kongre bi ser ket.”
DAXUYANIYÊN SEYDA NE RAST IN
Hêjayê gotinê ye ku piştî Kurdan xwe ji konferansê vekişand û konferans bi dawî bû, Serokê Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê Ebdulbasit Seyda ku bi eslê xwe Kurd e, civînek çapemeniyê li dar xist ku û îdîa kir ku beşdarên konferansê ji bo avakirina hikûmeteke neteweyî li hev kirine.
Hevserokê PYD’ê Salih Mislim ev daxuyaniay Seyda derewand û got; “Daxuyaniya Serokê ENS’ê ne rast e, konferans bi ser neketiye. Ji ber Kurd beşek mezin a muxalîfê ne û dîsa ne Kurd tenê, Koordînasyona Meclîsê jî xwe vekişand. Ji ber wê jî mirov nikare bêje bi ser ketiye.”
Mislim bal kişand ser peymana di navbera Meclîsa Gel û Encumena Nîştîmanî ya Kurdî ya Sûriyeyê û got; “Di navbera her du meclîsên Rojavayê Kurdistanê de Meclîsa Gel û Meclîsa Neteweyî de hevpeymanek çêbû. Hin beşan peymanê tam qebûl nekirin. Lê em dixwazim peyman bi temamî pêk bê. Di nava aliyê din de komek heye ku hinek li hemberî vê yekê derdikeve. Em nikarin bêjin giştî wisa ye. Lê dîsa jî em bi hev re ne, di nava dîyalogê de ne.”
LI EFRÎNÊ ÇI QEWIMÎ?
Mislim der barê bûyera li Efrînê de jî ev agahî da; “Hevalek me yê rêxistinkirina gel heye, navê wî Çekdar e, ew heval tê revandin. Hevalên wî lê digerin, li kolanan dişopînin. Çekdar dibin malekê û li wir ser jê dikin. Hevalên wî jî pê dihesin û li wir şer dikin. Piştî ku hevalên wî dikevin hindur dibînin di bin malê de stare çêkirine, amadekarî kirine. Ji wana 3 kes têne kuştin. Hevalê me Çekdar jî li wir ji xwe şehîd kirine.
BI BANGAWAZIYA ARTÊŞA AZAD PÊK HAT
Hevserokê PYD’ê Salih Mislim diyar kir ku ev bûyer ne karê Kurdan û got; “Vê bûyerê bi bangawaziya beriya çend rojan a Artêşa Azad a Sûriyeyê re heye. Ev karê wan e. Êrîşên wan wiha ne. Mirovek digirin û dibin ser jê dikin. Ev ne çanda Kurdan e. Kurd tiştên wiha naynin serê hev. Em hêvî dikin ku careke din hovitiyên wiha çênebin” û destnîşan kir ku Lê niha aramî heye, çend heval birîndar bûne, yek ji wana xedar e, yên din jî di nexweşxaneyan de ne têne dermankirin.”
DIXWAZIN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ BIKIN GOLA XWÎNÊ
Mislim bal kişand ser îdîayên çapemeniya Tirk ên der barê şexsê û rêxistina wan de û got; “Bila gelê me bi me bawer be, bi rêxistinkirina me bawer be. Tiştên wiha ne ji bo xêr û berjewendiyên gelê Kurd in. Gelek propaganda li dijî me tê kirin, bi taybet jî ev karê Tirkan e. Evane tiştên pir qirêj in. Bê guman ne ji bo xêra gerê Kurd in. Em hêvîdar in ku gelê me guh nede van tiştan. Bila gelê me li gorî tiştên ku bi çavên xwe dibînin û dizanin tevbigerin. Em di demeke pir hesas re derbas dibin. Dijiminên Kurdan mezin e, ne mesele tenê şexsek e. Dixwazin Rojavayê Kurdistanê bi tevahî bikin gola xwînê. Ger em hişyar bin, bi hev re bin em ê vana hemû pûç bikin. Em hêvîdar in em hemû nêzîkî hev bin, baweriya me bi hev du bê. Hêviya me ji gelê me ev e.”