6'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Amedê li Şaredarê Êlihê Nejdet Atalay ku ji doza KCK'ê girtî yei, bi îdîaya "Proaganda rêxistinê kiriye" salek û 8 meh cezayê girtîgehê birî.
Rûniştina doza biryarê ya derbarê Şaredarê Êlihê Nejdet Atalay ku ji doza KCK'ê girtî ye de hatibû vekirin li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê hate dîtin. Di rûniştinê de Şaredar Atalay amade bû û parastina ku pêşkêşî dozger kiribû dubare kir. Dozger anî ziman ku Atalay di axaftina 22'ê Sibata 2009'an a hilbijartina 29'ê Adara 2009'an de bi gotina "Şervanên gelê Kurd yên çiyê" "Propaganda rêxistinê kiriye" kiriye. Li ser vê yekê heyeta dadgehê jî li gorî xala 7/2'an derbarê Atalay de bi îdîaya "Proaganda rêxistinê kiriye" salek û 8 meh cezayê girtîgehê birî.
Heyetê ji bo axaftina kurdî jî wekî "Zimanê ku em difikirin kurdî ye" derbazî girtekê kir.