Endamên 78'an ji bo Meclîsa Tirkiyeyê hatin Amedê kom bûn û li ber Deriyê Gitîgeha Hejmar 5 ya Amedê li hev kom bûn û kesên li Zindana Amedê jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn. Di çalakiyê de dayîka Cemal Arat Sakine Arat, axivî û wiha got: "Di darbeya leşkerî ya sala 1980'an de min 5 zarokên xwe winda kirin. "
Endam û rêveberên Hewldana 78'an ku heta niha 18'emîn civîna Meclîsa Tirkiyeyê li bajarên cuda pêk anîne, li Amedê ji bo civîna Meclîsa Tirkiyeyê kom bûn. Endamên 78'an ku ji bo Meclisa Tirkiyeyê li Amedê kom bûn li ber Girtîgeha Hejmar 5 ya Amedê (Girtîgeha Tîpa E ya Amedê) kom bûn û kesên di derbeya leşkerî ya di salên 1980'yî de bi îşkenceyê jiyana xwe ji dest dan bibîr anin. Endamên 78'an di çalakiye de pankarta "Me bi qasî di ber jiyana bi rûmet be bimirin hez kiribû" vekirin. Endamên komeleyê wêneyê kesên li Girtîgeha Hêjmar 5'an jiyana xwe ji dest dane li ser pankartê zeliqandin û dirûşmeya " "Şehîd Namirin" berz kirin.
Berdevkê Hewldana 78'an û Berdevkê Meclîsa Tirkiyeyê ya 78'an Celalettin Can, Serokê Koleleya 78'an ya Amedê Ganî Alkan, Serokê Şaxa Tum-Bel Sen'ê Medeni Alpkaya û malbatên kesên li girtigehê bi îşkenceyê jiyana xwe ji dest dan amade bûn. Çalakiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Pişt re navê hemû kesên di girtîgehê de jiyana xwe ji dest daye yek bi yek hate xwendin.
‘DI DERBEYA 1980’AN DE MIN 5 ZAROKÊN XWE WINDA KIRIN’
Di çalakiyê de dayîka Cemal Arat Sakine Arat, axivî û wiha got: " di darbeya leşkerî ya sala 1980'an de min 5 zarokên xwe winda kirin. Li gel ku sûcê zarokên me tune bûn rastî îşkenceyê hatin. Pişt re bêyî ku wan bidarizînin bi îşkenceyê qetil kirin. Kenan Evren û hemû derbekar berpirsiyarê vê qetilkirinê ne. Ger ku li vî welati edalet hebe, wê demê divê divê kujer û derbekar bên darizandin.
Berdevkê Meclîsa Tirkiyeyê ya 78'an Celalettin Can, jî anî ziman ku ji ber meclisa Tirkiyeyê ya 78'an hatine Amedê û ji bo kesên li Girtîgeha Amedê jiyana xwe ji dest dane bibîr bîne vê çalakiyê pêk tînin.
Can, anî ziman ku ji ber we hatine vir çalakiyê pêk tînin hin kes ji wan aciz dibin û wiha got: "Ji ber acizbûna xwe tabelaya girtîgehê rakirine. Em dixwazin vir bibe muze û ev girtîgeh bê girtin. Wê demê divê tabelaya muzeyê lê bixin."Piştî daxuyaniyê endamên koleleyê qurnefil û gul danîn ber dîwar û belav bûn.