Komeleya Xwendekarên Demokratîk ya Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê (MED-DER) şahiya piştevaniyê pêk anîn. Di şahiyê de Parlementerê BDP'ê yê Mûşê Sirri Sakik, diyar kir ku keştiyê naşînin Îmraliyê û wiha got: "Em dibêjin çima bi Birêz Ocalan re hevdîtinê pêk naynin, dibêjin Keştî xirabe ye. Lê di rastiya xwe de ne wisa ye. Hişê wan xirabe ye."
Komeleya Xwendekarên Demokratîk ya Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê (MED-DER) bi boneya piştevanî û şêwirmendiya nava xwendekaran xurt bikin li Solana Dawetê ya Hayal şahiya piştevaniyê pêk anîn. Di şahiyê de Parlementerê BDP'ê yê Mûşê Sirri Sakik, Serokê BDP'a Mûşê Fatih Barutçu, endam û rêveberên BDP'ê yên Mûş û navçeyên Mûşê jî amade bûn. Xwendekaran di şahiyê de bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Birêz Ocalan, Ocalan rûmeta me ye" berz kirin. Di şahiyê de Parlementerê BDP'ê yê Mûşê Sirri Sakik, diyar kir ku keştiyê naşînin Îmraliyê û wiha got: "Em dibêjin çima bi Brêz Ocalan re hevdîtinê pêk naynin, dibêjin Keştî xirabe ye. Lê di rastiya xwe de ne wisa ye. Hişê wan xirabe ye."
Piştî axaftina Sakik Koma Azad derket ser dikê û konserê heta derengê şevê berdewam kir.