Şahîn: Ji bo Başûrê Kurdistanê modela Rojava şert e
Nivîskar Îmdat Şahîn, krîza siyasî û aborî ya li Başûrê Kurdistanê nirxand û got, "Desthilatdariya 25 salan a li Başûrê Kurdistanê êdî ji qudûm ketiye. Krîza Başûrê Kurdistanê bi modela Rojava dikare çareser bibe."
ANF
KERKÛK
sêşem, 20 berfanbarê 2016, 07:18
Nivîskarê Kerkûkî Îmdat Şahîn, rewşa heyî ya Başûrê Kurdistanê û siyaseta partiyên li herêmê ji ANF'ê re nirxand.
Nivîskar Îmdat Şahîn da xuyakirin, ku partiyên Başûrê Kurdistanê ji bo Kurdan polîtîka û stratejiyeke rast nameşînin û diyar kir, divê gel di asta tûfanê de li ber vê siyaseta partiyên li Başûrê KUrdistanê rabe.
Şahîn anî ziman, desthilatdarî û partî wê karên ne li rê dikin û wiha dewam kir: "Vê desthilatdariyê di nava 25 salan de ji bo gelê Kurd çi kir? Tiştek nekir. Bi dîtina min, ev desthilatdarî veguheriye rewşeke ku zerarê dide gelê Kurd. Kiryarên wê hê di bîra gel de ye. Şengal radestî DAIŞ'ê hate kirin. Bazirganiya mirovan dikin. Krîza aborî jî heye. Bazirganiyeke mezin a petrolê dikin. Bi Tirkiyeyê re peymana petrolê ya 50 salan mohr kirine. Nirxên me yên enteweyî difiroşin Tirkan. Ev desthilatdarî gel difiroşe û bi gotina 'em ê dewletê ava bikin' civakê dixapîne."
Şahîn anî ziman, civîn û danûstandinên ji bo çareserkirina krîza aborî û siyasî tên kirin, wê ti encamê bi xwe re nîne û got, "Ev desthilatdarî bi xapandina gel, bi polîtîkayên xwe yên nediyar re, rûyê xwe yê rast vedişêre. Gelo têkildarî kar û barên xwe ji gel re çi gotine? Ji civîn û hevdîtinên wan ti encam derneketiye. Rêveberiya Başûrê Kurdistanê îsal ji aliyê exlaqa civakî, siyaset û aboriyê ve neserketî ye. Sîstemeke seqet ava kirine."
Nivîskar Îmdat Şahîn diyar kir, gelê Başûrê Kurdistanê ji vê sîstemê gelekî aciz e û bi berdewamî got, "Eger rewş bi vî rengî bidome wê derûniya civakê xera bibe. Yanî em ê hemû bibin nexweşê psîkolojîk. Lê divê bêjim; wê rewş bi vî rengî dewam neke. Wê teqîneke mezin çêbibe. Ne pereyê wan, ne jî siyaseta wan wê karibe pêşî li vê teqînê bigire."
'RÊYA RIZGARIYA JI KRÎZÊ MODELA ROJAVA YE'
Şahîn destnîşan kir, ku ji bo derketina ji nava vê krîzê du rê hene û wiha dewam kir: "Bi vê krîzê, welat nikare bê birêvebirin. Ancax bi du awayan em dikarin ji nava vê krîzê derkevin. Ya yekemîn; em ê dest ji rêvebirina xwe bi xwe berdin û bi hikûmeta navendî ya Iraqê ve girêdayî bimînin. Ya duyemîn jî ew e, ku divê em modela rojava bînin Başûrê Kurdistanê. Bi vî rengî em ê karibin siyaseta li ser siberoja xwe ji destê rahîban bigirin. Naxwe wê siberoja me bifiroşin Tirkan."
Şahîn anî ziman, lazim e herêma Başûrê Kurdistanê ji du kantonan pêk were û got, "Divê herêma Soran bibe kantonek, herêma Behdînan jî bibe kantonek. Bi sîstema kantonan a Rojava re Başûrê Kurdistanê dikare hê bi rengekî demokratîk were birêvebirin. Wê demê bîr û şîrketên şexsî Yên ti partî yan jî kesan nabe. Eger em nêrîna xwe ya neteweyî xurt nekin, em ê nikaribin demokrasiyê ava bikin."