Li Geverê 20 kes hatin binçavkirin
Li Geverê di serdegirtina malan de 20 kes hatin binçavkirin.
Li Geverê di serdegirtina malan de 20 kes hatin binçavkirin.
Polîsên Tirk di saetên êvarê de li gelek taxên navçeya Geverê ya Colemêrgê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên ku bi hincetên "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatin kirin de herî kêm 20 kes hatin binçavkirin.
Hat diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin birine Midûriyeta Polîsan a Geverê.