Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Sûdanî ji bo bi partiyên siyasî re hevdîtinan bike hat Silêmaniyê

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi şandeyek bilinda a siyasî ya Çarçoveya Hemahengî ya Şîe ve ji bo têkildarî mijarên siyasî û îdarî hevdîtinan bi berpirsên payebilind yên Herêma Kurdistanê re bike, gihişt bajarê Silêmaniyê.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi şandeyek payebilind a siaysî ya ji Sekreterê Giştî yê Tevgera Bedir Hadî Amirî, Serokê Hevpeymana Esas Muhsin Mendelawî û Sekreterê Giştî yê Çarçoveya Hemahengiya Şîe Ebas Razî gihişt bajarê Silêmaniyê.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê têkildarî serdanê daxuyaniyek weşand û tê de wiha hate gotin; “Ev serdan di çarçoveya hewldanên çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî yên di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de ye. Biryare ku Sûdanî bi partiyên siyasî, bi taybetî jî YNK’ê, re bicive da ku rewşa siyasî ya Iraqê û têkiliyên di navbera wan de nîqaş bike.”