Bi girseyî serdana sersaxiya şehîda berxwedana Cizîrê Gulan hate kirin

Cenazeyê Gulan (Gulcan Budak) a ku di sala 2016'an de li Cîzîra Botan şehîd bû, piştî neh salan ji goristana bêkesan a Rihayê hate girtin û li Kopê hate veşartin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek kesên din beşdarî sersaxiyê bûn.

Cenazeyê Gulan (Gulcan Budak) a ku di berxwedana xwerêveberiyê ya 2016'an de li navçeya Cîzîra Botan (a Şirnexê şehîd bû, piştî neh salan li bajarê dayikbûye li Kopê ya Mûşê hate veşartin.

Cenazeyê Şehîd Gulan di 23'ê Cotmehê de ji aliyê malbata wî ve ji goristana navçeya Siwêreg a Rihayê hate girtin û birin Mûşê. Cenazeyê şehîd Gulan li gundê Mollakent ê navçeya Kopê girseyî hat pêşwazîkirin.

Lê cendermeyan nehiştin ku li mizgefta gund erkên olî were kirin. Ji ber vê yekê, cenaze birin mala malbatê û li wir merasîma olî hat lidarxistin. Paşê cenazeya şehîd li Goristana Mollakentê hate veşartin.

Di dema veşartinê de, leşkeran ketin û derketinên goristanê asteng kirin. Mala sersaxiyê ya gund li ser fermana qeymeqamtiya navçeyê nedan malbatê. Malbat li ser vê yekê li mala xwe şîn danî û di 24'ê Cotmehê de sersaxî qebûl kir.

BI GIRSEYÎ ÇÛN SERSAXIYÊ

Komeleya Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Xizmên Xwe li Dêrgûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), çalakvanên Tevgera Jinên Azad (TJA), hevşaredar û endamên meclisa Şaredariya Kopê û gelek kesên din çûn sersaxiyê.

Hevseroka DEM Partiyê ya  Mûşê Çîçek Tutuş sersaxî ji malbatê re xwest û got, "Em bi hevalê xwe re ser bilind in. Me di şeva ku ew hate veşartin de careke din polîtîkayên dewletê dît."

 

Piştre Hevserokê DEM Partiyê yê Kopê Abdulbarî Yîgît axivî. Yîgît bang li  her kesî kir ku xwedî li cenazeyan derkevib û got, "Daxwaza me ew e ku ev êş careke din neyê jiyîn."

Sersaxî wê sibe bi dawî bibe.