Cenazeyê şehîd Gulan piştî 9 salan hate wergirtin
Cenazeyê Gulan (Gulcan Bûdak) ku di berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîra Botanê de şehîd bû, ji Rihayê hate wergirtin û ber bi Mûşê ve bi rê ket.
Cenazeyê Gulan (Gulcan Bûdak) ku di berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîra Botanê de şehîd bû, ji Rihayê hate wergirtin û ber bi Mûşê ve bi rê ket.
Cenazeyê Gulan (Gulcan Bûdak) ku di dema berxwedana xwerêveberiyê de ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû qetilkirin, ji Rihayê hate girtin û şandin navçeya Kopê ya Mûşê.
Cenazeyê Gulan a ku di 11’ê Sibata 2016’an de li navçeya Cîzîra Botanê ya Şirnexê şehîd bûbû û li goristana bêkesan hatibû veşartin, piştî 9 salan li ser serlêdana malbatê hate wergirtin.
Cenaze ji aliyê Komeleya Alîkarî, Piştgirî û Çandê ya bi Malbatên ku Xizmên Xwe li Welatê Qedîm Winda Kirine (KATDER) û malbata Gulcan Budak ve hate wergirtin û ber bi Kopê ve bi rê ketin.