Rûsya TIR’ên berhemên Tirkiye hildigirtin li sînor rawestand
Ne aramiya di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de rû dayî di bazirganiyê de jî xwe dide hîskirin. Hezar û 200 TIR’ên berhemên Tirkiyeyê hildigirtin li ser sînorên Rûsya hatin rawestandin.

Hezar û 250 TIR’ên berhemên Tirkiyeyê hildigirtin dema ji Ukranya derbasî Rûsya dibû hatin sekinandin û ev 4. Roj in li sînorê Rûsya tên rawestandin.
Rûsya deriyên transit jî girt. Serokê Tirkiye yê Yekîtiya Navnetewiya Veguhestinê Fatîh Sener da diyar kir ku, di daxuyaniya ku roja duşemê dayî ajansa nuçeyan a Reuters got ku TIR’ên ku berhem ji Romanya, Bulgaristan, Kazakîstan û Moldova ji Tirkiye hildigirtin li sînor tên rawestandin.
Şener diyar kir, TIR’ên ku li ser sînor rawestîne qismek radestî bikirên Rusya bike û qismek jî bi derketina transit wê derbasî Asya Navîn bibe. Tê pilan kirin TIR’ên ku bi derketina transît li ser Azarbeycanê re derbas bibin.
Balefire Rusya SU- 24 ku ji aliyê Tirkiyê ve 24’ê Mijdarê hati bû xistin û şun de ne aramiya di navbera her du welatan de di ekonimiyê de jî hat dîtin. Serokê Dewleta Rusya Vîlademîr Pûtîn bi ketina balefire re diyar kir ku ji piştê hatine kêrkirin, têkiliyên bi Tirkiyê aiyesî, leşkerî û bazirganî xistiye esqiyê.
Despêkê seferên geştyarî betalkir. Salane gelira 2014 ji tûrîstên Rûsya 6 mîlyar dolar bû. Bi ambargokirina li ser berhemên Tirkiye û şûn de Wezîrê Karên Derve yê Rûsya diyar kiribû ku welatiyê Tirkiyeyê piştî Çileyê 2015’an nikarin bê vîze derbas bibin.