Nunerê Rojhilata Navîn ê Rûsiyayê Mixayîl Bogdanof nameya vexwendinê ya fermî ji Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî re anî.
Barzanî, li nivîsgeha xwe ya li navçeya Selehedînê pêşwaziya Nunerê Rûsiya yê li Rojhilata Navîn Mixayîl Bogdonof kir. Bogdonof di hevdîtinê de nunerê Rûs, vexwendinameya fermî ya ji Wezareta Derve ya Rûsyayê pêşkêşê Barzanî kir.
Di hevdîtinê de Nunerê Rûs Bogdanof diyar kir ku Rûsya girîngiyek mezin dide serdana Barzanî ya ji bo Moskowê û dixwaze têkiliya di navbera Kurdan û Rûsiyayê de ji nû ve xurt bikin.
Hate zanîn ku Barzanî jî vexwendiname qebûl kir, lê belê dîroka serdana Barzanî ya Moskowê nehat diyarkirin.