Rougit: Divê AKP qetlîaman bi dawî bike, tecrîdê rake
Nûnerên Kurd bi Parlamenterê Keskan Rougit re civiyan.
Nûnerên Kurd bi Parlamenterê Keskan Rougit re civiyan.
Nûnerên Kurd bi Parlamenterê Keskan Rougit re civiyan.
Li bajarê Nantes ê Fransaya Rojava, Nûnerê Têkîliyên Derve yê Navenda Civaka Demokratîk a Engîn Sîncer Sînan Zer û Seroka Komaleya Jinan a Zîn Gulasor Ûzûnpinar ji Partiya Keskan Françoîs de Rougit re li meqamê wî hevdîtin pêk anîn.
Zer di hevdîtinê de têkîldarî êrîşên qirker ên AKP’ê yên li Bakurê Kurdistanê û der heqê Rojava de agahî parve kirin. Di hevdîtinê de hat xwestin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê bidawîkirin û PKK ji ‘lîsteya terorê’ ya YE bê derxistin.
ROUGIT: DIVÊ PKK JI ‘LÎSTEYA TERORÊ’ BÊ DERXISTIN
Parlamenter Rougit bal kişand ku Tirkiye şantaja penaberan li YE dike, wiha got: “Ewropa jî li hember qetlîaman bêdeng dimîne.” Rougit got ji bo PKK ji ‘lîsteya terorê’ bê derxistin bi xwe jî îmze daye û wê partiya wî bi her awayî piştgiriya daxwazek wiha bike, diyar kir ku divê Tirkiye şerê li hember Kurdan bi dawî bike.
Rougit destnîşan kir ku girîngiyê didin têkoşîna PYD’ê ya li dijî DAIŞ’ê û serketina HDP’ê ya di hilbijartinan de, wiha anî ziman: “Pêwîst e tecrîda li ser Birêz Ocalan bê bidawîkirin.”
Rougit ragihand ku wê dosyaya hatiye pêşkêşkirin bi awayekî detay lê binêre, agahiyan bide parlamenteran û hevdîtina bi 2 wekîlên ji Partiya Sosyalîst jî eyar bike.