Îro li Binarê Qendîlê gundê Enzê ji aliyê Partiya Çareserî Demokratî Kurdistan PÇDK’ê bi boneya ku dawî li dibstanan hatiye û êdî wê betlane dest pê bike îsal jî weke hemû salan civînek ji hemû mamosteyên dibistanên Binarê Qendîlê re hate lidarxistin û her wiha hemû mamoste ji bo dawiya salê ji bo xwerinê hatin vexwendin.
Bi qasî 50’î mamosteyên herêmê beşdarî vê civînê bûn. Di civînê de sipasî ji bo keda mamosteyan ya vê salê hate kirin ku di hemû şert û mercan de perwerde dane zarok û ciwanan. Civîn ji aliyê Biryar Gabar ve bi rêve çû, Biryar Gabar bal kişand ser rol, wate û girîngiya mamosteyan di nava civakê de û wiha got: “ di nava hemû civak û olan de wateya mamosteyan pir girîng e”
PERWERDEYA MIROVAN JI BO ME PÎROZ E
Biryar Gabar di derbarê girîngî û rolê mamosteyan de de wih got: “Êdî dawiya salê hat û wê dibistan werin girtin, ev roj ji bo mamosteyan rojeke bi wate ye, weke karkerek, cotyar her mamosteyek jî dema wan hatiye ku dest bi çinîna berhemên xwe ya salekê bikin. Ez bawerim ku di jiyana her mirovî de berhem dayîn tiştê herî pîroz e, hûn jî niha di rojeke wiha dene. Ji ber erka mamosteyan û perwerdekirina zarok û ciwanên vî welatî erkekî girîng û pîroz e. Di hemû olan de jî behsa erk û girîngiya memote û perwerda wan tê kirin û cihekî wan ya bi wate heye. Di hinek cihan de jî perwerda dayîk û mamosteyan heman tişt e, ji ber mezin kirina zarokan kedê dixweze di heman demê de mamoste jî bi heman karî radibin”
Gabar di dirêjiya axaftinên xwe de bal dikşîne ser perwerdeya di Kurdistanê de û wiha berdewam dike: “Her dem civaka kurd di bindestiyê de maye û pergala perwerdeya welatê me jî hîn di bin destê dagirkeran de bi rêve diçe. Ev jî dibe sedem ku zarok û ciwanên welatê me ji nirxên xwe dûr bikevin, belkî dixwînin mezin dibin lê di encamê de ne bi nirxê welat, gele û nasnameya xwe mezin dibin, ew bi nasname û nirxên ku li wan hatî sipartin perwerdê dibînin”
LI QENDÎLÊ MAMOSTEYAN FEDEKARÎ KIRIN
Gabar di babeta şert û mercên ku mamosteyên Binarê Qendîlê tê de perwerde dane wiha rave kir: “Cihên ku hûn lê mamostetiyê dikin ji cihên din yê Başûrê Kurdistanê de hinekî cûdaye, ev cih Qendîl e û xwedî wateyekî siyasî ye. Rojane astengî û zehmetiyên wê hene, ji ber her roj dagirkeriya Tirkiyê û Îranê êrîşan dibe ser herêmê. Ji ber vê di vê herêmê de her dersek dayîn belkî bibe sedemê jiyana mirovan, lê gelek mamosteyan pir zehmetî û fedekariyên mezin dan ber çav û hatin li vir ders dan zarok û ciwanan.”
BÊ NAVBER PERWERDE HATIN DAYÎN
Mamoste Abdurahman yê ku serkarê (mudur) dibistana gundê Enzê ye rewşa îsal ya dayîna perwerdê wiha anî ziman û got: “Rexmî hemû zor û zehmetiyên li Binarê Qendîlê yên weke balefirên Tirkan û topbarana Îranê, lê careke din hemû mamosteyên me dayîna perwerdê berdewam kirin. Herêma Qendîlê herêmeke dûre hinek mamoste ji cihên dûr tên, lê tu caran tu mamosteyan di hatina vê herêmê de gav paşde neavêtine, berovajî hemû mamosteyan karê xwe di vê salê de jî bi awayekî baş pêk anîne. Di dawiya salê de jî ji aliyê Partî Çareserî Demokratî Kurdistan PÇDK’ê ve ji mamosteyên li Binarê Qendîlê re civîn tên li darxistin. Her wiha ji bo hev nasînê hemû mamosteyên dibistanên Binarê Qndîlê ji bo xwerinê tên vexwendin û di derbarê pergalê perwerdê de nîqaş tên meşandin. Di dawiyê de jî em hemû mamosteyan ji ber keda wan ya vê salê sipas dikim û em hemû xwendevanan jî pîroz dikin.”
DI BIN BALEFIRÊN ŞER DE PERWERDE
Serhed Alî mamosteyê gundê Enzê astengên ku îsal di dayîna perwerdê de rû dane, her wiha li gel êrîşên hewayî û topbaranê, çawa careke din di herêmê de mane û dayîna perwerdê berdewan kirine de wiha axivî: “Di vê salê de em bi pir astengiyan re rûbirû man, lê careke din me çavên xwe netirsand û me dayîna dersan berdewam kir. Astenga herî girîng ew bû ku êrîşên hewayî ji aliyê Tirkan ve, top barana ji aliyê Îranê de hebû, ev hemû jî tenê ji bo ewlekariya Kurdistanê xirab bikin. Sedem jî ji ber PKK’ê ye, lê hebûna PKK’ê li vê herêmê ji bo me gelek baş e û tu astengiyan çênake, her wiha em bi tenê bêyî PKK nikarin vê pêvajoya perwerdehiyê bi rêve bibib. Ji ber ev herêm nêzî sînorê Îranê ye, her dem balefir tên niha jî hîn hatina belefiran berdewam dikin”
Mamoste Serhed helwesta mamosteyan li hember vê pêvajoyê de jî anî ziman û wiha berdewam kir: “îsal hemû mamosteyan bi fedekarî ev kar kirin, ne ji ber mêşê kar dikin. Ji ber vê jî ez sipasiya hemû mamosteyan dikim ji ber ew ji bo meaşê nayên vir, berovajî vê bi karê xwe radibin. Her wiha ji ber herêm sar e pirsgirêka me ya hatin û çûyînê jî derketin, lê di vê warî de jî PÇDK’ê ji me re bû alîkar. Ji bo ku em bikarin xwendevanên xwe zane û ronak bikin me hemû tişt dan ber çavê xwe, bêyî ku em guh bidin topbaranê, hemû mamosteyan ev îrede nîşan dan. Rexmî hemû şert û mercan di vê salê de me karî ku em pir agahî di warê zanyarî de bidin xwendevanan û ez bawerim ku gelek xwendevanên me jî ev agahî baş girtin. Lê bi gîştî di asta baş û navîn de xwendevanên me hebûn.
Mamoste Serhed di dawiyê de jî di derbarê sala ku were de peyamên xwe wiha da: “ Ez hêvî dikim ku di sala ku were de jî pêvajoyên debistanan bi başî derbas bibin. Hemû mamoste di sala ku were weke sala derbas bûye, bi wêrekî û îrade werin vê herêmê û perwerdê bidin zarok û ciwanan. Bi taybetî jî em Partî Çareserî Demokratî Kurdistan PÇDK’ê sipas dikin ji ber ku di her warî de ji me re dibûn alîkar. Li gel vê jî di dawiya salê de dema ku dibistan tê girtin weke sipasî ji bo keda mamosteyan hemû mamosteyan vedixwînin xwerinê, bi rastî jî eleqeyeke mezin tê nîşan da.”