Polîsên Tirk ragihandin ku rojnamevanek Îsraîlî yê li ser sînorê Sûriyeyê dixebitî hatiye binçavkirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, rojnamevanê ji bo malpera înternetê ya +972 di xebitî Roee Ruttenberg ê li ser sînorê Sûriyeyê dixebite, ji ber ku nûçeyek der barê guhertinên li Sûriyeyê û rewşa Kurdan de amade kir, li navçeya Serê Kaniyê ji aliyê polîsên Tirk ve hat binçavkirin.
Hate diyarkirin ku rojnamevanê 34 salî xwedî pasaporta Îsraîlê ye û niha li qereqola polîsan tê ragirtin.
Heta niha rayedarên Tirk der barê binçavkirina rojnamevanê beriya niha di kanalên weke ABD, CCTV, El Cezire û ZDF de xebitiye, de tu daxuyaniyek fermî nedane.