Rojnamevan Aysel Işik hate girtin

Rojnamevan Aysel Işik a ku dema nûçe dişopanda hate binçavkirin, bi hinceta parvekirinên torên civakî û nûçeyên wê hate girtin.

Rojnamevan Aysel Işik dema ku li Şirnexê nûçe dişopand hate girtin. Îşik a ku di dema şopandina nûçeyê de hate binçavkirin, piştî îfadeya emniyetê û şûn de sewqî edliyeyê hate kirin. Sedemê binçavkirina Işik weke parevekirnên li ser tora civakî û nûçeyê wê diyarkirin û bi îdîaya “Endama rêxistinê” sewqî dadgehê hate kirin.

Işik a ku îfadeya wê li dadgehê hate girtin, bi heman hincetan hate girtin.