Rojnamevan 24’ê Tîrmehê li pişt şibakên hesinî pêşwazî dikin

Rojnamevan 24’ê Tîrmehê li pişt şibakên hesinî pêşwazî dikin

Îro 24’ê Tîrmehê Cejna Rojnamevanan (Çapemenî) e. Lê li Tirkiyeyê îro bi dehan rojnamevan di girtîgehan de ye. Îro Tirkiye ji bo rojnamevanan mezintirîn girtîgeha li ser rûyê cîhanê ye. Ne tenê mezintirîn girtîgeh, di heman demê de weke goristanekê ye.

24’ê Tîrmehê roja rojnamevanên ji ber nûçeyan li rastî, cop, binçavkirin, girtin û heta li rastî kuştinan tên e. 24’êTîrmehê Cejna Rojnamevan ji sala 1908’ê ve tê pîrozkirin. Lê mixabin heta niha jî li Tirkiyeyê xwedî nirx û wateyek ji rastiyê pir dûr e. Ji ber ku li Tirkiyeyê zêdetirê sed salan e rojnamevan bi zextên weke lêdan, girtin, binçavkirin û kuştinê re rû bi rû dimînin û hewl tê dayîn ku rojnamevanan bê deng bikin.

QELEMŞORÊN AKP’Ê

Li gel desthilatiya AKP’ê zext, tundî û rêbazên girtinan ên ne hiqûqî, yên ji bo bêdengkirina rojnamevanan di pratîkê de du qat zêdetir bûn. Hikûmeta AKP’ê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî dest bi tunekirina çapemeniya muxalefetê kir û dest bi afirandina qelemşorên xwe kir û dixwaze naveroka çapemeniya azad vala bike.

DAD BÊDADIYÊ

Di rastiyê de zîhniyeta AKP’ê dixwaze rojnamevanên ji bo dadê dimeşin, bê deng bike û di dîroka Tirkiyeyê de mohra xwe li girtinên zêde yên rojnamevanan da. Rejîma AKP’ê bi pirsa “Tu ji bo min dinivîsî, an na?” dest pê kir û bi dirûşima “kesên dest bidin AKP’ê tê bişewitin” zextên li ser çapemeniyê şidand.

Niha herî kêm 91 rojnamevan girtî ne. Piraniya rojnamevanên girtî kurd in. Li gor lîsteya Platforma Piştgiriya ji bo Rojnamevanên Girtî (TGDP), ji van rojnamevanan 25 yên DÎHA’yê, û 10 jî yên rojnameya Ozgur Gundemê ne. Her wiha du rojnamevan jî bi hinceta ji ANF’ê re dixebitin hatine girtin.

KOMKUJIYÊN ROJNAMEVANAN

Cinayetên rojnamevanan di 6’ê nîsana 1909 de bi kuştina sernivîskarê rojnameya Serbestî Hasan Fehmî dest pê kirin. Piştre jî Selahatttîn Alî, Çetîn Emeçan, Ebdî Îpekçiyan, Ûgûr Mûmcûyan û Metîn Goktepeyan… berdewam dkirin. Bi taybet di salên 1990’an de bi dehan rojanemvanên kevneşopiya Çapemeniya Azad a Kurdan, hatin qetilkirin û bi pêkanînên hovane re rû bi rû man.

LI ŞÛNA KUŞTINAN GIRTIN

Cengîz Altûn, Hafiz Akdemîr, Mûsa Anter, Ersîn Yildiz, Huseyîn Denîz, Ferhat Tepe, Nazim Babaolgû… bi dehan rojnamevanên din ên Kurd di salên 1990’an de ji aliyaê dewleta Tirk ve hatin gullekirin, wendakirin, bombekirin… Ev zextên hovane yên li ser Çapemeniya Azad a Kurdan di dema OHAL’ê (Rewşa Awerte) ya li Kurdistanê gihişt asta herî jor. Lê li hemberî hemû zext û êrîşan çapemeniya Kurd a azad xwe berfireh kir û heta roja îro hat. Heta niha jî li hemberî desthilatî û mêtîngeriyê gef û astengiya herî mezin e. Rejîma AKP’ê niha dixwaze tevî çapemeniya Kurdan, cave hemû çapemeniya muxalîf, çepgir û sosyalîst bitirsîne.

Yek ji mînakên vana damezrêner û rêveberê weşana rojnameya Agosê Hran Dînkê Ermenî bû. Dînk di sala di 19’ê çileya 2009 de li ber avahiya rojnameyê hat gullekirin û hat qetilkirin. Dînk li hemberî zextên li ser Kurdan û aliyên demokratîk pir bihîstiyar bû.

Li gorî daneyên Civata Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGC), 65 rojnamevan jiyana xwe ji dest dan. Lê di rastiyê de bi dehan rojnamevanên hatine kuştin ne di nava vê lîstê de ne. Di dema OHAL’ê de, bi dehan xebatkar/belavkarên rojnameya Kurdan Ozgur Gundemê hatin qetilkirin.

Lê rastiyeke ku divê tu carî neyê jibîrkirin; Çapemeniya Kurd a azad û sosyalîst-çepgir, tu carî li hemberî zext û êrîşan stûyê xwe xwar nekirine û meşa xwe ya çapemeniya azad ve berdewam dikin.