Rojnamegeran gilî kirin

Rojnamegerên li Roboskî rastî êrîşa leşkeran hatin, li dozgeriyê gilî kirin.

Rojnamegerên li Roboskî rastî êrîşa leşkeran hatin, li dozgeriyê gilî kirin.

Rojnamegerên dema di êrîşa leşkerên Tirk li hember a li hember protestoya qedexekirina çûna zozanan a welatiyên Gundê Roboskî de dîmen dikişandin, rastî êrîşa leşkeran hatin li Edliyeya Qilabanê gilî kirin.

Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Ozgur Paksoy, nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) yê Meral Geylanî û nûçegihanê Nûçeyên Demokrat Yannisvasilis Yaylali yên rastî êrîşê hatin bi sedema “Astengkirina mafên rojnamegeran a nûçe wergirtinê” û “êrîşa fîzîkî û devkî” li Dozgeriya Komarê ya Qilabanê gilî kirin.