Roja 36. a Silopiyayê: Êrîşên qirker û gelê berxwedêr
Li Silopiyayê ku ev 36 roj in li dijî îradeya xwerêveberiya gel terora dewleta Tirk didome, hêzên dewleta rastî berxwedanê hatin û biryar girtin ku qedexeyê roj rakin.
Li Silopiyayê ku ev 36 roj in li dijî îradeya xwerêveberiya gel terora dewleta Tirk didome, hêzên dewleta rastî berxwedanê hatin û biryar girtin ku qedexeyê roj rakin.
Li Silopiyayê ku ev 36 roj in li dijî îradeya xwerêveberiya gel terora dewleta Tirk didome, hêzên dewleta rastî berxwedanê hatin û biryar girtin ku qedexeyê roj rakin. Hêzên dewletê bi êrîşên xwe qetlîamê dispêre gel, li Silopiyayê ji bo gel bide koçkirin hewl dide bajar bi tankan hilweşîne, ev tevahî jî piştî serneket dest bi înfazkirina û êşkenceyên cenazeyan kir. Li bajarê ku 26 sivîl hatin qetilkirin, cenaze piştî êrîşan bi rojan li erdê man. Di êrîşên bi tankan li ser taxan de bi sedan mal bêkêr bûn. Tevî hemû êrîşan jî Silopiyiyan gotin, “Îradeya me ji tankan xurttir e” û bajar neterikandin, di nav rûpelên berxwedanên gelan de rûpelek berxwedanê bi cih kirin.
Hêzên dewletê li navçeya Silopiya ya Şirnexê 3 caran “qedexeya kolanan” îlan kirin, li hember berxwedana gel neçarî paş de vekişiyan. Hêzên dewletê yên rastî berxwedanê hatin hewl dan bi tankan û çekên giran navçeyê hilweşînin û bi vê gel bi darê zorê bidin koçkirin, qetlîam spart gel. Di êrîşên îmhayê yên hêzên dewletê de 26 sivîl li navçeyê hatin qetilkirin, bi sedan malên li taxên Cûdî, Nûh, Başak, Şehîd Harûn û Barbarosê hilweşiyan. Bi hezaran mirov bi koçkirina neçarî re rû bi rû hatin hiştin. Tevî hemû êrîşan jî Silopiyî navçeya xwe neterikandin.
26 SIVÎL HATIN QETILKIRIN; ÊŞKENCE LI CENAZEYAN HATIN KIRIN
Êrîş û terora dewleta Tirk ê li Taxên Cûdî, Nûr, Başak, Şehîd Harûn û Barbarosê bi dijwarî berdewam kir de 5 zarok û 6 jin bi giştî 26 welatiyên sivîl ji aliyê polîs û tîmên taybet ên Tirk ve hatin qetilkirin. Hêzên dewletê yên ku nekarin berxwedanê bişkînin, bi qetlîaman xwestin encamê bigirin, bi vê rêyê jî nekarî berxwedanê bişkîne, vê carê jî bi rêya cenazeyan şerek taybet da destpê kirin. Dîsa bi guleyên leşkerên Tirk gelek kes hatin qetilkirin, bi sedema êrîşên dewletê ambûlans nehatin taxan û li kolanan cenaze bi rojan ma li erdê. Bi sedema terora dewletê cenaze nehatin rakirin, li malan û mizgeftan hatin ragirtin. Cenazeyê Dayika Teybet Înan (57) ji ber sedema êrîşên dijwar ên timên taybet ên Tirk hefteyekê li erdê ma, bû wêneyekî wehşeta êrîşan. Hêzên dewletê yên ku fermana rêbazên înfazkirinê dan, di roja 5’ê Çileyê 3 jinên Kurd ên siyasetmadar Endama DBP’ê Sêvê Demîr, Aktivîsta KJA Fatma Nayir û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Ûyar û ciwanê bi navê Îslam Atak rexmê birîndar jî bûn hatin înfazkirin.
Li Taxên Cûdî, Nûh, Başak, Barbaros û Şehîd Harûn ê xwerêveberî lê hatin îlankirin, leşker û polîsên Tirk li hember van taxan bi top, tank û her cure çekên giran û teknîka pêşketî êrîş pêkanîn. Piştî ku li hember berxwedana gel ti encam negirtin, dest bi hedef girtina welatiyên sivîl kirin û qetil kirin. Di encama bombardûmana tank û topan a li ser taxan de, nêzî 250 mal êdî nayê bikar anîn. Depoyên girêdayî şaredariyê yên ku xetên avê ji bo taxan diçû, ji aliyê hêzên taybet ên Tirk ve bi bombe avêjan hatin teqandin û hilweşandin. Di encama teqandina depoya avê de bi dehan mal man di nava avê de.
GEL NAVÇEYÊN XWE NETERIKANDIN
Rexmê polîtîkayên koçkirinê jî gel navçeyên xwe neterikandin.
Berxwedan her roja derbas bû li van 5 taxan bilind bû, hêzên dewleta Tirk mal kirin hedef û xistin ber guleyên top û tankan, “Her kesê mala xwe neterikîne dibe hedef” û “ Wê gaz bê avêtin” bi van anosan deriyên malan hatin şikandin û gel bi zorê ji malan hatin derxistin. Gelê ku bi zorê ji malên wan hatin derxistin, di mayîna Silopiyayê de israr kirin û derbasî taxên ku êrîş lê hê kêmtir bûn.
DIHÊN KU XENDEK LÊ TI NEBÛN HATIN QETILKIRIN
Hêzên dewletê yên ku dîtin gel ji berxwedana xwe gavekê şûn de navêje, êrîşî li ser taxên ku bend û xendek nebûn kirin û êrîş belavî tevahî navçeyan kirin; li vir bi dehan kes hatin birîndarkirin. Li taxên bend û xendek tinene, Axîn Kanit û Resît Eren di encama êrîşên top û tankan de guleya ku li malê ketin hatin qetilkirin. Di heman demê de di encama êrîşa hêzên dewleta Tirk ya bi tank û topan ya li ser Taxa Karşiyaka guleya ku li malê ket de, zarokê bi navê Mehmet Mete (11) hat qetilkirin. Taxên ku hatin valakirin bi sedan welatiyên sivîl bi wesayîtên zirxî rakirin Salona Girtî ya Sporê ya Yenîşehîrê. Di nava kesên ku hatin binçavkirin de nûçegihanê DÎHA Nedîm Orûç hat êşkencekirin û gelek kes hatin girtin.
YPS HATE ÎLANKIRIN
Jin û ciwanên ku ligel hemû êrîşan navçeyên xwe neterikandin û li ber xwe dan ji bo şikandina êrîşan Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) ava kirin. Bi bersivdayîna YPS'ê li navçeyê pevçûnên dijwar qewimîn. Hat ragihadin ku di pevçûnên di nava 26 rojan de, nêzî 30 tîmên taybet ên Tirk hatine kuştin. Li aliyê din di çalakiyên YPS'ê de li taxan bi dehan wesayîtên zirxî hatin rûxandin.