‘’Roj roja xwedîderketina li şehîdên me ye’
Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê, ji ber cenazeyên 13 şervanên YPG/YPJ’ê nadin malbatan nerazîbûnek tund nîşan da û got, “Roj roja xwedîderketina li şehîdên me ye”
Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê, ji ber cenazeyên 13 şervanên YPG/YPJ’ê nadin malbatan nerazîbûnek tund nîşan da û got, “Roj roja xwedîderketina li şehîdên me ye”
Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê, ji ber cenazeyên 13 şervanên YPG/YPJ’ê nadin malbatan nerazîbûnek tund nîşan da û got, “Ji bo şehîdên me bi rehetî razên xwedî li şehîdên xwe derkevin heya cenaze radestî malbatan neyên kirin divê em li cihê xwe rûnenin. Roj roja xwedîderketina li şehîdên me ye”
Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê ji ber cenazeyên 13 şervanên YPG/YPJ’ê nadin malbatên wan şermezar kir. Komîteyê got: “Di vê pêvajoya dawî de xuyaye ku konsepteke topyekûn li hemberî tevgera me di dewreyê de ye. Bi destpêkireina pêvajoyê re bi awayekî sergirtî bê ku tiştekî ji leza xwe winda bike bi awayekî veşartî ev êrîşa tê meşandin û êrîşên demên dawî nîşan dide ku konsepteke navneteweyî heye. Maske ketine û rûyên rast derketine holê.
Komîteyê diyarkir ku PDK ya tim polîtîkayên hikûmeta Tirk qebûl dike dîsa weke her care li ser dikê cihê xwe girtiye. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Bi taybet piştî ku hikûmeta Tirk niyeta xwe rast danî holê PDK’ê jî bi vê nêzîkatiya xwe ya dawiyê ketina nava hewldaneke ku piştgiriyê dide vî rolî nîşan daye.”
‘PÊWÎSTE GELÊ ME XWEDÎ LI ŞEHÎDÊN XWE DERKEVE’
Komîteya Piştevaniya Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan:
“bBeriya her tiştî em Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê vê rewşê bi tundî şermezar dikin, mehkûm dikin û em dibêjin ti hêz nikare bi vî awayî nêzîkî şehîdên me ango nirxên me yên herî bingehîn bibin. Ev êrîşeke li hemberî hemû gel û dîroka me ye. Gelê me vê êrîşa li ser şehîdên me qebûl nake û wê qebûl jî neke. Ji ber vê yekê xwedî lê derdikeve. Di vê mijarê de pêwîste hikûmeta AKP’ê rêzê ji şehîdên me re bigire û tavilê destûrê bide. Em jî weke Komîteya PKK’ê vê êrîşa bi lanet şermezar dikin û diyar dikin ku divê destê xwe ji şehîdên me vekişînin.
Wê gelê me vê nêzîkatiya bi vî awayî li cenazeyên hevrêyên me yên li hemberî çeteyên DAIŞ’ê berxwedanek bi heybet meşandin û gihiştine şehadetê, bi vê zenabûna ku ji bilî avê ji aşên çeteyên DAIŞ’ê re bibe nayê wateyekî din bigire dest û tevbigerin. Ji bo şehîdên me bi rehetî razên xwedî li şehîdên xwe derkevin heya cenaze radestî malbatan neyê kirin divê em li cihê xwe rûnenin. Roj roja xwedîderketina li şehîdên me ye.
Ji bo vê jî em weke Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê, got: "Divê nîşan bidin ku ti hêz nikare li pêşiya hêza me ya berxwedêr bibe asteng. Ev pêkanîna 5 rojin ku tê kirin ne exlaqî û ne jî wijdanî ye. Li ser vê bingehê em banga xwedîderketina li şehîdên xwe li gelê xwe dikin.”