Malbatên 34 welatiyên li gundê Roboskiya Qilabanê hatin qetilkirin giliyê Serfermandarê Giştî yê artêşa Tirk Necdet Ozel ê ku weke “Necdetê Kîmyewî” tê nasîn, kirin.
Malbatên 34 kesên li gundê Roboskiya Qilabanê ji aliyê balefirên şer ên artêşa tirk ve bi hinceta ku di nava wan de PKK'uî hene şeva 28'ê berfanbara 2011'an qetil kirin, giliyê Serfermandarê Giştî yê Artêşa Tirk Necdet Ozel kirin.
Malbatên Roboskiyê hatin edliyeya Şirnexê û ji bo gilîyê Ozel bikin daxwaznameya giştî dan. Malbatan piştî gilî kirin li ber edliyeyê daxuyanî dan. Birayê Serhat Encuyê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayî Velî Encu daxuyanî da û got; "Tevî ku tarî hiştina bûyerê têrê nake jî gefan li malbatan dixwin. Ev polîtîkayên gefxwarin û çavtirsandinê, mûdaxaleya hêzên ewlehiyê yên li hemberî çalakiyên me, me wekî malbatan dixe nava fikaran. Komisyona meclîsê ya ji bo ronîkirina komkujiya Roboskiyê jî bi armanca jibîrkirin û sergirtina komkujiyê hatiye sazkirin.
Encu diyar kir ku bi gotinên derveyî rastiyê hewl didin ku raya giştî bidin îqnakirin û wiha axivî: "Beriya niha jî rayedarên hikûmetê gotinên ne cidî û ji hiqûqê dûr bi kar anîbûn."