Robosikî 8 meh in girtî ne, lê îdîaname tune!

Robosikî 8 meh in girtî ne, lê îdîaname tune!

Heta niha berpirsên Komkujiya Roboskiyê bê ceza mane û nehatine darizandin. 5 gundiyên Roboskî yên ku 8 meh in girtî ne, heta niha nizanin sucê wan jî çi ye. Jixwe li holê tu îdîanameyek jî tune ye. Tenê îdîaya “Şahidê veşartî” heye. Girtiyan dan diyarkirin “ Ji bo em derbarê Hasîp Kaplan û BDP’yiyên din de îfade bidin zoriyê li me dikin.”

Di 28’ê berfanbara 2011 de li navçeya Qilaban a Şirnexê li gundê Roboskî di encama bombebaran artêşa Tirk de 19 jê zarok, bi giştî 34 ciwanên Kurd ên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Piştre jî bi hinceta êrîşê Qeymeqamê Qilaban kirine, xizmên wan hatin girtin.

Piştî ku qeymeqam der barê endamên malbatên dilşewat de bû dozdar, di 7’ê çile de ji 7 kesên hatibûn binçavkirin, 5 kes hatin girtin.

Mehmet Alturk, Faris Kaya, Ferdî Alma, Faruk Encu û Ozcan Encu, bi hinceta êrîşê qeymeqam kirine, ev 8 meh in bê îdîaname di Girtîgeha Sergirtî ya Şirnexê de tên ragirtin. Hema bêje ew jî bûne rehînên daraza Tirk.

Ji heman bûyerê 5 kesên din jî bi awayeke serbest li Roboskiyê tên darizandin. Dozgerê Tirk der barê 15 kesên li Roboskiyê de biryara girtinê dabû. Lê hema dozger, heta niha tu îdîanameyek amade nekiriye. Heşt meh in tu îdîanameyek tune ye.

Ferhat Encu yê ku tevî birayê xwe 11 kesên xwe di komkujiyê de wenda kir jî bi awayeke serbest tê darizandin. Encu heta niha 4 caran hatiye binçavkirin. Encu ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku dewlet heta niha dixwaze tola xwe ji malbatên Roboskiyê hilîne û destnîşan kir ku dozgerê Qilabanê bi zanebûn îdîanameyê amade nake.

DOZGER ‘KARÊN PÎS DIKE’!

Encu da zanîn ku weke dozên din di vê dozê de jî ‘tiştên ne baş hene’ û wiha got: “Ez bi dozger re axivîm. Min got divê doz bê vekirin. Min ji dozger re got bi 5 kesên girtî û bi giştî 15 kes mexdur bûne û der barê 15 kesan de jî biryara girtinê dane û ji ber ku ev biryar hatiye dayîn welatiyan cih û warê xwe terk kirine. Dozger jî ji min re got heta ev neyên girtin doz nekare be vekirin. Bi rastî ne mumkun e ku mirov vê qebûl bikin. Gelo ew 15 kes neyê dê doz neyê vekirin. Ew mirov dê li girtîgehê bên rizandin? Divê demildest ev doz bê vekirin.”

ŞAHIDIYA VEŞARTÎ LI SER WAN TÊ FERZKIRIN

Encu anî ziman ku 5 kesên li girtîgehê ne, dozger zorê li wan dike ku bibin şahidên veşartî û wiha pê de çûn: “Kesên girtî ji malbatên xwe re gotine ‘Dozger şahidiya veşarî li ser me ferz dike, ji me re dibêjin der barê Hasîp Kaplan û BDP’iyan de îfadê bidin, bêjin bi fermana wan êrîşê pêk hat, ger hûn wisa bêjin em ê we serbest berdin.”

Davut, Servet û Haci Encu ku ji komkujiya Roboskê sax filitîn li Fermandariya Alayê ya Gulyazî bi îdiayên ‘Muxalefeta qanûna pasaportê’, ‘riyên derveyê sînor hatine îhmalkirin’ îfadeya wan hate girtin. Der barê wan de doz hate vekeirin.