Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê (RMMK) ragihand ku ew ji rewşa rojnavan û çalakê mafê mirovan ê Kurd Mihemed Sedîq Kebûdwend, ku di heman demê de serok û damezrênerê RMKK’ê ye, bi guman in û bang li saziyên neteweyî û navneteweyî kir.
Mihemed Sedîq Kebûdwend, damezrênerê Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê (RMMK) ya li Rojhilatê Kurdistanê, di heman demê de sernivîskarê heftenameya Peyamê Merdom a Kurdistanê, ku ji bo sê salan hate qedexekirin bû. Kebûdwend, di gulana 2008’an de ji aliyê dadgehê ve hate vexwendin û ji ber avakirina Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê (RMMK), bi henceta “li hemberî ewlehiya dewletê rabûye” hate suçdarkirin û herwiha ji ber ku têkiliyên wî bi rêxistinên navnetewî yên mafê mirovan re, 11 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.
RMMK’ê di daxuyaniya weşan de bi bîr xist ku nêzî 47 roj in Kebudwend di greva birçîbûnê de ye û banga bihîstiyariyê ji bo rewşa Kebudwend li raya giştî ya neteweyî û navneteweyî kir.
RMMK’ê diyar kir ku ew ji rewşa Kebudwend bi guman in û nêzîkatiyên rejîma Îranê ya li hemberî rewşa Kebudwend şermezar kir. RMMK’ê got; “Em bang li hemû sazî û rêxistinên mafê mirovan dikin ku li hewara Kebudwend bên.”